Midûrê giştî yê Daîreya Koçê Anders
Midûrê giştî yê Daîreya Koçê Anders. Wêne: Claudio Bresciani/TT.

Texmînên penaberan ên sala 2016an eşkere bûn

"Dîsa jî tiştekî diyar nîne."
2:05 min

Li gor texmînên salane yên Daîreya Koçê ku îro hatine eşkere kirin di sala 2016an de di navbera 70 û 140 000 de penaber dê werine Swêdê.

Texmîn li gor sê senaryoyên cuda hatine kirin. Eger kontrolên Tirkiyeyê û yên Yekîtiya Ewropayê yên sînoran bi kêr neyên 140 000 penaber dê werine Swêdê û ji van 27 000 dê zarokên bitenê bin. Eger kontrolên sînoran bi kêr werin 70 000 penaber dê werine Swêdê û ji van 12 000 dê zarokên bitenê bin.

Alternatîveke navencî jî heye û li gor vê jî 100 000 penaber dê werine Swêdê. Li gor hesabên daîreyê mesrefa wergirtina penaberan ji bo sala 2016an dê di navbera 41 û 43 milyar kronî de be.

Midûrê giştî yê Daîreya Koçê Anders Danielsson dibêje divê dîsa jî were zanîn ku em bi temamî ne emîn in ka çiqas penaber dê di rastiyê de werine Swêdê.

Danielsson dibêje em nizanin ka di pêşerojê de çi dê bi qewime. Ev li gor siyasetê tê guhertin. Ka Tirkiye dê çi ji 31 milyar kronên ku wan ji Yekîtiya Ewropayê standin bike? Ka Yekîtiya Ewropayê dê kontrola sînoran çawa pêk bîne? Em nizanin ka siyasetmedar çawa difikirin û em nizanin ka kontrolên li ser sînorên swêdî dê heta kengî berdewam bikin. Bi giştî hertişt bi temamî gelekî ne zelal dibe.

Par li gor texmînên Daîreya Koçê 74 000 penaber dê bihatane Swêdê, lê di rastiyê de 163 000 penaber hatin. Lê bi qasî ku rîska texmînên şaş tim heye Danielsson dibêje dîsa jî ji bo ku em li hember rewşê amade bin ev texmînkirin girîng in.

 

 

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".