Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Polîs êrîşên naziyan rapor nekirine

Hat weşandin torsdag 4 februari 2016 kl 15.20
"Şaşiyek çê bûye."
(1:20 min)
midûrê navenda ragihandinê yê polîsê parêzgehê
midûrê navenda ragihandinê yê polîsê parêzgehê Bo Gunnarsson. Wêne: Sveriges Radio.

Li derveyî Jönköpingê stargeheke zarokan (HVB-hem) ku penaberên zarok û yên ciwan ên bitenê lê dimînin gelek cara tûşî êrîşên naziyan hatiye. Lê polîs ev rapor nekirine. 

Sloganên naziyan li ber stargehê hatine qîrîn, slava Hitler hatiye dan û gelek ji zarokên li stargehê tûşî êrîşan hatine.

Beriya demekê qutiya posteyê ya stargehê jî hatiye teqandin. Lê biqasî van bûyeran dîsa jî polîs ti pêşlîkolîna sûc nedaye dest pê kirin.

Piştî ku kanala herêmî ya Radyoya Swêdê P4 Jönköping li ser mijarê hûr dibe hê nû polîs pêşlêkolînekê dide dest pê kirin. Bo Gunnarsson midûrê navenda ragihandinê yê polîsê parêzgehê ye. Vêga ew dibêje şaşiyeke ragihandinê çê bûye.

Gunnarsson dibêje bûyerên ku qewimîne hem tacîza li cihê giştî hem jî tehrîka li dijî komên gelî ye û divê werine rapor kirin. Ew dibêje şaşiyek çê bûye, şaşiyeke ragihandinê, lê vêga ekîpeke polîsan ji bo raporkirinê diçe cih.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".