Kampeke penaberên sûrî li bajarokê Hosh Hareem. Wêne: Hassan Ammar/TT.
Wêne: Hassan Ammar

Swêd alîkariya nû dide penaberên sûrî

350 milyon kron alîkarî.
0:54 min

Swêd di konferanseke alîkariyê ya ji bo rewşa acil a li Sûriyeyê de ku îro li Londonê tê li dar xistin soza alîkarîya 350 milyon kronî dide.

Hem serokwezîrê Swêdê Stefan Löfvén hem jî wezîra karûbarên derve Margot Wallström li konferansê hazir in.

Hikûmeta Swêdê berî niha ji bo stratejiyên xwe yên li ser Sûriyê heta sala 2020an 1.7 milyar kron veqetandine. Lê îro serokwezîrê Swêdê soza 350 milyon kronên nû jî dide da ku ji bo alîkariya insanî werine bi kar anîn.

Ji bo serokên Ewropayê ev civîna li Londonê bi qasî ku nîşaneke alîkariya insanî ye herwiha karek ji yên çareserkirin û jiheqderketina krîza penaberan jî ye.  Bawerî û hêvî ew e ku eger penaberên sûrî li welatên derdorê alîkariyê ji bo kar û perwerdehiyê bistînin ew ê neyêne Ewropayê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".