Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Julian Assange (t.v.) och Ecuadors ambassad i London (t.h.).
Julian Assange û Sefareta Ekwadorê ya li Londonê ku ew lê dimîne. Wêne: Kirsty Wigglesworth/TT û Tim Ireland/TT

NY: Divê Swêd û Brîtanya Assange azad bikin

"Assange bi awayekî keyfî hatiye girtin."
1:44 min

Li gor koma Neteweyên Yekgirtî ya ji bo kesên ku bi awayekî keyfî hatine girtin, UNWGA, azadiya Julian Assange bi awayekî keyfî jê hatiye standin û kom bangê li Swêd û Brîtanyayê dike ku divê wî azad bikin.

Serokê komê Seong-Phil Hong di peyameke çapemeniyê de dinivîse ku divê girtîbûna Assange a di sefareta Ekwadorê ya li Londonê de bi dawî bibe û ew azadiya xwe ya tevgerê û entegrîteya xwe ya şexsî bi paş ve bistîne û divê rêzdarî li hember vê were nîşan dan. Herwiha divê mafê Assange ê tezmînatê jî hebe.

Li Londonê li kolana ku sefareta Ekwadorê lê ye bi dehan kamera berê wan li odeya ku avakerê Wikileaksê Assange tê de dîmîne hatine bi cih kirin. Ev zêdeyî sê sal û nîvê ye ku Julian Assange di vê odeyê de dimîne.

Assange ji ber gumanên tacîza cinsî û tecawizê li Swêdê xiyaben hatiye girtin. Tê ragihandin ku biryara ku koma Neteweyên Yekgirtî daye ti tesîrê li pêşlêkolîna li ser Assange a li Swêdê nake.

Heye  îro li saet dora 13an Assange ji sefareta Ekwadorê ya li Londonê derkeve. Lê peyre dê çi bibe ne diyar.

Assange sê sal û nîv di avahiya sefaretê de derbas kirine. Ofîseke biçûk ji yên sefaretê ji bo wî hatiye guhertin da ku karibe lê bijî. Ji ber ku ti baxçeyê sefaretê nîne Assange di dema xwe ya li vir de ti caran derneketiye derve. Tenê çend caran li balkona biçûk a avahiyê hatiye dîtin.

Biqasî ku xeber belav dibe ku Assange ê îro ji sefaretê derkeve hê ti polîs li derdora avahiya sefaretê nayêne dîtin.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".