Martin Kinnunen
Martin Kinnunen Wêne: TT

Dadgeh Kinnunen (SD) ji gumanan azad dike

Endamê parlamenê yê ji Partiya Demokratên Swêdê Martin Kinnunen ji gumanên sûcê bacê yê giran û sûcê mihasebeyê yê giran tê azad kirin.

Guman hebû ku dema Kinnunen di şirketa Partiya Demokratên Swêdê ya bi navê Samtid&Framtid de rêveber bû ev sûc kiribûn. Li gor dozger wî baca bikaranînê şaş diyar kiribû û ji bo hin periyodan ti qeydên mihasebeyê nehatibûne kirin.

Vêga dadgeha desrpêkê ya Söderntörnê biryarê dide ku Kinnunen ji van sûcan tê azad kirin. Wî berî dadgehkirina îro gotibû ku eger ew were ceza kirin ew ê kursiyê xwe yê li parlamenê berde.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".