Bild på CSN:s hemsida.
Malpera CSNê. Wêne: Sveriges Radio

Ji dehan yek nikare CSNê bistîne

"hin jê mecbûr dibin dev ji xwendinê berdin."
1:18 min

Ji ber ku di dersên ku dixwînin de bi ser neketine ji 10 xwendekarên zanîngeh û dibistanên bilind 1 nikare alîkariya pereyî ji CSNê bistîne. Ev encamên xwendekarên redkirî di raporeke nû ya CSNê de têne dîtin.

Li gor raporê di van 6 salên dawiyê de hejmara xwendekarên ku ji bo alîkariya pereyî ya xwendinê têne red kirin 2 caran zêde bûye û wisa xuya dike ku ev ê zêdetir bibe.

Berî sala 2010an CNSê texmînek dikir ka dersên ku dihatine xwendin dê çawa bihatane qetandin û li gor vê texmînê biryar dida. Lê peyre qanûn hate jidandin û vêga ji bo ku mirov di berdewamiyê de jî pereyan bistîne divê mirov dersên xwe bi serkeftin biqedîne.

Hêvî ew bû ku bi jidandina qanûnê re hejmara kesên ku perwerdehiya xwe bi serkeftin xelas dikin dê zêde bibûya û li gor raporê ev rast jî  derketiye.

Andreas Dahlkvist li daîreya alîkariya pereyî ya xwendinê CSNê kar dike. Ew dibêje ji ber redkirina daxwaza pereyên CSNê hin ji xwendekaran hewl didin û di demeke kurt de vedigerine ser xwendina xwe û hin jê jî bi temamî dev ji xwendinê berdidin û deyndar dibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".