Martin Olson
Vaksîna zekama berazan Pandemrix ku li cem hin kesan bû sedema narkolepsiyê. Wêne: Martin Olson.

Nexweşên narkolepsiyê dikarin 10 milyonan bistînin

"Sînorê mîqdara tezmînatê rakin."
1:38 min

Qanûneke nû dê bike ku kesên ku piştî vaksîna zekema berazan bi nexweşiya narkolepsiyê ketine dê karibin ji dewletê û Sîgorteya Dermanan heta bi 10 milyon kronî tezmînatê bistînin.

Lê Margareta Erikssona seroka Rêxistina Narkolepsiyê xwe neqayîl dike û dibêje çima hikûmet dixwaze ji bo mîqdara tezmîmetê sînorekî deyne.

Eriksson dibêje divê li vir jî li gor qanûna tezmînatê ya swêdî were tevgerîn û li wir ti sînor ji bo mîqdara tezmînatê nîne. Em dixwazin vî sînorî ji holê rakin. Em bawer dikin ku ev ê tesîreke xerab li nexweşên giran ên narkolepsiyê bike û em hê nizanin ka ev sînor dê di pêşerojê de were çi wateyê. Ji bo vê komê divê tezmînat têra temamê jiyana wan bike.

Li gor xaleke din a di vê pêşniyazê de ne dadgeh lê encûmeneke dewletî dê biryarê bide ka kî dikare tezmînatê bistîne. Margareta Eriksson rexneyan li vê xalê jî dike.

Narkolepsî nexweşiyeke norolojîk e ku tesîrê li mêjî dike û nîzama xew û hişyarbûnê xera dike. Nexweşên narkolepsiyê dikarin ji nişka ve bikevine xewê de û xwe gelekî westiyayî his dikin.

Piştî vaksîna zekema berazan ev nexweşî weke paştesîr piranî zarok li cem gelek kesan peyda bû. Tê texmîn kirin ku 450 nexweşên narkolepsiyê yên piştî vaksîna zekema berazan Pandemrixê li Swêdê hene.   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".