Centerns partiledare Annie Lööf.
Seroka Partiya Navendê (C) Annie Lööf. Wêne: Maja Suslin/TT

”Meaşê nizim ê destpêkê ji bo penaberan”

1:02 min

Ji bo ku penaberên nû hatine Swêdê hesantir kar peyda bikin Partiya Navendê, Centerpartiet, pêşniyaza meaşê hindik ê destpêkê dike.

Seroka partiyê Annie Lööf bangî aliyên bazara karî dike da ku ji bo penaberên nûhatî li ser peymaneke meaşê hindik ê destpêkê li hev bikin.  

Li gor Annie Lööf pêşniyazên ku siyasetmedar ji bo çareserkirina kêşeya kar a penaberên bêperwerde pêşkêş dikin ne bes in. Loma divê li ser pêşniyaza wê were rawestan.

Annie Lööf nabêje ka divê meaş çiqasî nizim bin. Ew dibêje bila aliyên bazara karî li hev bikin û vê biryarê bidin. Li gor wê pêşniyaza wê dikare di sektora avahîsazî û xizmetê de were bi kar anîn. Ew dibêje mirov dibîne ku penaberên ku nû têne Swêdê di van sektoran de xwedîtecrûbe ne û dikarin bi dest xwe re dest bi kar bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista