Julian Assange håller presskonferens via videolänk. Foto: Reuters.
Wêne: Reuters.

Assange rapora NY şîrove dike

"Ev telafiyek e!"
1:04 min

Avakerê Wikileaksê Julian Assange îro di civîneke çapemeniyê de biryara koma Neteweyên Yekgirtî ya ku li ser girtîgehkirina keyfî kar dike şîrove kir. Li gor wî biryar nîşan dide ku ew rastî neheqiyê hatiye.

 

Assange bi rêya vîdyo beşdarî civîna çapemeniyê bû. Ew dibêje ez daxuyaniyên di raporê de weke telafiyekê dibînin. Ev koma Neteweyên Yekgirtî ji pisporên herî baş pêk tên ku qanûn û qaîdeyên girtîgehkirinê baş fêm dikin.

Hem Swêd hem jî Brîtanya daxuyaniya Neteweyên Yekgirtî bi paş guhê xwe ve diavêjin û diyar dikin ku Assange bi xwe mana di sefareta Ekwadorê de hilbijartiye.

Li gor daîreya dozgeran a swêdî daxuyaniya Neteweyên Yekgirtî ti tesîrê li pêşlêkolîna li ser Assange a li Swêdê nake.

Assange li Swêdê ji ber gumana tacîz û tecawizê xiyaben hatiye girtîgeh kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".