Wêne: TT.
Wêne: TT. Wêne: Emrah Gurel

Ew dixwazin dengê Cizîrê bigihînin cîhanê

”Ev bêdengî me bêhtir dikuje”
8:33 min

Şerê li bakurê Kurdistanê giheştiye asteke nû û doh, yekşem 7 meha duyan rojeke din ya reş di dîroka kurdan de tomar bû. Li bajarê Cizîrê 60 kes di qaboyan de asêkirî ji aliyê leşkerên tirk ve hatin kuştin.

Li gor leşkerên tirk ev 60 kes gerîlayên PKK bûn lê ji aliyên kurdan ve ev yeka tên redkirin û dibêjin yên hatine kuştin xelkên sîvîl bûn. Kurd hêzên leşkerî yên istixbaratên tirkî bi komkujiya kurdan sûcdar dikin.

Ji doh ve wêneyên kuştiyên li Cizîrê di tor û medyayên civakî de belav bûne, di nav kurdên Swêdê de acizî û xembariyeke mezin cî girtiye. Lê Ji bo Kurdê û malbata wê ku bi xwe ji Cizîrê ne, êş nêzîktirî dil bû. Ji wê û malbata wê re acizî û xembar sînor derbas kiribûn û têkiliya bi malbat û hevalan re li Cizîrê hatiye qutkirin ji ber zehmetiya xetên telefonê.

Qedexeya derketina derve di temamê rojê de li çendîn bajarên kurdî li bakurê Kurdistanê û di nav wan de Cizîrê jî, her berdewam e. Û ta nuha bi hezaran xelkên sîvîl mecbûr bûne dest ji malên xwe berdin û ji şerî birevin.   

Ev şerê giran li bakurê Kurdistanê ne tenê kurdan xembar û aciz dike, yên ne kurd jî dibêjin em vê neheqiyê qebûl nakin. Yek ji wan Victor Gonzales e yê planê xwe daniye ku bi çend çalakvanên din re ji Swêdê herîn bakurê Kurdistanê ji bo vê şerî û rewşa kurdan tomar bikin û belgeyan kom bikin da ku dengê wan bigihînin cîhanê.

-Me grûpeke hebû bi navê komîteyên rojava û beriya salekê me giranî danî ser Kobanî. Lê nuha rewş li bakurê Kurdistanê her ku diçe xirabtir dibe û me biryar da ku em nikarin hema rûnên û ji dûranî ve li rewşê binerin. Ya ji destê me tê divê em bikin û divê em zêdetir li bendî nemînin ku belkî alîkarî bên kirin.

Li gor nerîna Victor bêdengiyeke mezin heye ji aliyê çapemeniya cîhanî û ya swêdî ve û ji ber vê yekê ew çûna xwe bo bakurê Kurdistanê di halê hazir de gelekî giring dibîne.

-Ragihandina derbarê şerê li bakurê Kurdistanê zêde lawaz û kêm e û dema behs jî tên kirin her bi zimanê çapemeniya tirkan ya nêzîkê hikûmetê ye, dibe.

Derbarê awayê karkirinê, Victor Gonzales dibêje em dê têkiliyê bi xelkê wê derê re deynin û bi vî awayî xwe bigihînin ciyên zerer li wan bûye û wêneyekê rastiyan e bi wêne û filmkişandinê em bigînin cîhanê.

Her Kurdê jî valahî û bêdengiyeke ker di ragihandina cîhanî ya derbarê rewşa kurdan li bakurê Kurdistanê de dibîne û dibêje ev bêdengî me bêhtir dikuje.

Carna bi rêya mediyayên civakî wekî Facebookê, Kurdê kare bi malbat û hevalên xwe re bipeyive. Ew carna ji wê dipirsin gelo haya miletê Ewrûpayê ji me heye? Ew zanin li vê derê çi dibe?  

Bêdengî li aliyekî û hene yên dest ji jiyana xwe ya aram li Swêdê berdidin û derbasî herêma şerî dibin tenê ji bo xatirê dengê milet. Victor Gonzales û hevalên wî dê demeke nenaskirî de li bakurê Kurdistanê bimînin û ew dibêje em û milet dê di yek halî de bin:

-Mebesta me ev e. ku em ji wan re diyar bikin ku em amade ne jiyana wan bijîn. Helbetê xeter heye li ser jiyana me lê lêhêjaye em têkevin metirsiyeke wisa de da ku em rastiyê bigihînin diniyayê.

Victor berdewam dike û dibêje ku pêwîst nake em herdem li hêviya siyasetmedaran bin ku karekî bikin, wekî di halê hazir de. Ew rexneyan li bêdengiya hikûmeta Swêdê dike û dibêje mirov nikare li bendî bimîne ku karek bên kirin, divê her kesê bixwaze dest pê bike û ya ji destê wan tê bikin.

Victor dibêje, ez bi xwe ji Şîlê me û em jî di rewşeke şerî ya bi vî awayî de derbas bûne, têgihiştin li ba min heye û ez hest dikim ku ez divê karekî ji bo miletê kurd bikim.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".