Max Martin û Cecilia Bartoli xelata Polar werdigirin. Wêne: TT.
Max Martin û Cecilia Bartoli xelata Polar werdigirin. Wêne: TT. Wêne: Max Martin û Cecilia Bartoli xelata Polar werdigirin. Wêne: TT.

Max Martin û Cecilia Bartoli xelata Polar werdigirin

Swêdiyek xelat Polar werdigire
1:27 min

Xelata muzîkê ya Polar ji bo vê salê digihêje dengbêja mezzosopran ya îtaliyayî Cecilila Bartoli û berhemhênerê muzîkê yê swêdî Max Martin. 

Max Martin, yê navê wî yê rastî Martin Sanberg e, yek ji berhemhêner û nivîskarê stranan yê  herî biserketî ye di temamê cîhanê de. Dora 20 caran stranên wî ciyên yekem di lîsteya firotina stranan ya amerîkî ya Billboardê de cî girtine di van 20 salên dawî de. Wî kar bi dengbêjên cîhanî re kiriye wekî Celine Dion, Robyn, Westlife, Taylor Swift û gelekê din.

Û derbarê Cecilia Bartoli jurî wisa dinivîse: ”Wê strangotin wekî cureyekî huner bi pêşxistiye” û ”Wê beşekî nû di dîroka muzîkê de zêde kiriye, wê pir di navbera sedsalan de avakiriye û zanistiya derbarê mîrasa çandî ya ewrûpayî berfirehtir kiriye.

Pereyên vê xelatê yek milyon kron e ji bo her kesekî ji wan. Ev xelata mezin ya swêdî dê 16 meha şeşan li avahiya konsertan ya Stockholmê bên belavkirin.

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".