Tahdeya li dijî jinê.
Wêne: Claudio Bresciani / TT

18 sal zindan dijî zilamekî ku jina xwe kuşt

1:05 min

Zilamekî 53-salî bi eslê xwe kurd, jina xwe ya 41-salî bi 66 derbên kêrê kuşt, û dadgehê 18 sal zindan li dijî wî biryar da.

10ê meha 9an a sala çû bû ku zilêm bi xwe telefona polîsan kir û ragehand ku wî jina xwe kuştiye. Dema ku polîs gihiştin wir, wan dît ku jinikê derbên kêrê di dilê xwe û serê xwe de xwarine û rûyê wê kêmzêde hatiye xerakirin. Zilêm got ku tiştek nayê bîra wî.

Tê zanîn ku berê hukm li dijî zilêm hatibû derxistin ji ber ku wî tahde li jina xwe kiribû. Jinikê dixwest xwe ji wî berde, lê zilêm ne dixwest.

Jinik li dawetekî xizmên xwe li derveyî Swêdê kirasekî bi milên kin li xwe kiribû, û zilam qeherîbû û di lêkolînê de got ku wê hetka wî bir.

Dadgeha destpêkî ya Södertörnê biryar da ku 18 sal zindan li dijî zilêm ji bo wê kuştinê hukm bike.

Hukmê wî hindekî hate daxistin, ji ber ku wî got ku rewşa wî ya nefsî hişt ku wî nikarîbû kiryarên xwe kontrol bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista