Våldtäkt. Foto: Heiko Junge/TT.
Wêne: Heiko Junge/TT.

Ji xelkê wê ye destdirêjî zêde dibe, lê ne rast e.

Gava mirov li statîstîkê dinêre yek ji welatên ku destdirêjî lê herî zêde Swêd e. Bes ev tevahiya rastiyê nîşan nade. Ji ber ku destdirêjî li Swêdê bi hin awayên din tê qeydkirin ew bilindtir xuya dike.

Felipe Estrada profesorê krîmonolojiyê li Zanîngeha Stockholmê ye. Ew dibêje:

– Awayê pîvana Swêdê taybet e. Weke nimûne ji ber têkiliyên cinsî yên navbera jin û mêr de her rojek dikare weke tecavuzek were hesab kirin. Lê li welatên din ne wisa ye. Ew ên ku van agahiyan belav dikin, behsa vê yekê nakin ji ber ku ew ne li gorî hesabê wan yê siyasî ye. 

Li gor Dezgeha Bergiriya Sûcan (BRÅ) mirov nikare sûcên gilîkirî yên welatê cuda bide ber hev, ji ber ku awayê qeydkirina sûcan ji hev pir cihê ye. Gava mirov bi welatên din re muqayese bike asta gilîkirina li Swêdê ji ya piraniya dewletên din bilindtire jî. 

Lêkolînên li ser tawanbariyê nîşan didin ku di van 20 salên dawî de rêjeya sûcan li Swêdê kêm bûye. Di heman demê de ji xelkê wê ye ku li Swêd û dewletên Ewrûpa berovajî vêya tawan zêde dibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".