Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Bêhtir ciwan di bindestiya namûsê de dijîn

Hat weşandin torsdag 11 februari 2016 kl 17.31
”Divê em bitirsin”
8:03 min
Zoza Inci, seroka Roks. Wêne: Rafand Ahmad/Sveriges Radio
Zoza Inci, seroka Roks. Wêne: Rafand Ahmad/Sveriges Radio Wêne: Zoza Inci, seroka Roks. Wêne: Rafand Ahmad/Sveriges Radio

Bindestî û şideta bi navê namûsê di nav ciwanên Swêdê de zêde dibe. Rêxistina Roks, rêxistina serenaserî ya xizmeta bi lez ji bo jin û keçên tûşî şidet û zoriyê bûne, dixwaze zanistiya derbarê vê mijarê bigihîne siyasetmedaran û aliyên cuda di civakê de.

“Jag har förlorat de alla“, ”Min ew hemû wenda kirine”, filmek derbarê şidet û zoriya hember jinan dibe bi navê namûsê ye ku Roks, rêxistina seranserî ya xizmeta bi lez ji bo jin û keçên tûşî şidet û zoriyê bûne amade kiriye.

Di vî filmî de ne tenê keçên tûşî şidetê bûne diaxivin, lê hem lêkolîner û aliyên cuda yên bi vê pirsê ve mijûl in beşdar dibin.

Her sal Roks têmayekê hildibijêre di warê şideta hember jinan de û vê salê derbarê şideta bi navê namû û şerefê ye. Seroka Roks Zozan Inci dibêje giring e agahdarî û zanistiya derbarê vê mijarê belav bibe. Li gor Zozan Inci, erê ev mijar di gelekê salan de li Swêdê tên şirovekirin lê her kêmasî hene li gelek aliyan û di nav dezgehan de jî tirseke taybet heye ji aliyê vê mijarê ve.

Li gor Roks îro 100 000 ciwan li Swêdê di bindestiya bi navê namû û şerefê de dijîn, ew nikarin hevjînên xwe hilbijêrin yan jî malbat jiyana wan li gor xwe bisînor dike. Hejmara van ciwanan bi dora 30 000 danberhev bi sala par re bêhtir bûye û hîna jî, li gor Zozan Inci, kêmasiyên zanistiya derbarê van rewşan li ba dezgehên dewletî heye.

Ya herî giring îro ku beriya hertiştî xizmeta civakî ya bi swêdî ji wê re dibêjin Socialtjänst, yarmetiyeke bêhtir werbigire.

Zozan Inci jî li dijî wê ye ku giranî bên danîn li ser mêran di vê pirsê de, li gor wê ya herî giring ku pereyên hene yekser ji bo alîkariya van jinan here û danîna çareyên ji wan re bo demeke dirêj.

Danîna qanûneke nû derbarê şideta bi navê namû û şerefê, pêşniyazeke ku îro tên şîrove kirin lê seroka Roks, Zozan Inci ne di wê baweriyê de ku qanûneke nû ya îro herî pêwîst e bicîanîna qanûnên îro hene giringtir dibîne.

Herweha lêkolîner û qanûnnas Jenny Westerstran jî bi nerîna Zozan Inci re ye. Wê şideta mêran li hemberî jinan lêkolîn kiriye:

-Ez bawer nakim ku ev qanûn dê ji aliyê hiqûqî ve ewle be. Şideta bi navê namûsê têgeheke ne zelal e û ji ber wê jî dê isbatkirina yê tawankar û hikimkirina wî ne hêsan be.

Me îro imkana li ber çav girtina rewşên zehmet hene, wekî nimûne bisînorkirina serbestiya kesekî nêzîk, ango di malbatê de, yan jî ku rewşa kesekî neparastî hatibe bikaranîn, li gor Jenny Westerstrand baştir e ev imkanên qanûnî bên bikaranîn di şûna danîna qanûneke nû de.

Em hêdî hêdî ber bi demên tatîl û havînê de diçin û salane tirseke heye ji bo wan gencên mecbûr dibin bi malbatên xwe re herin welat û li wê derê bêdilî xwe bi kesekî re bizewicin. Seroka Roks Zozan Inci sebebên kafî dibîne ku her îsal jî divê em di wê tirsê de bin ji ber hejmara gencên di bindestiya bi navê namûsê dijîn gelekî bilind e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".