Zarokên bi tena serê xwe hatine derbasî malên neewle dibin. Wêne: Jessica Gow / TT.
Zarokên bi tena serê xwe hatine derbasî malên neewle dibin. Wêne: Jessica Gow / TT. Wêne: Zarokên bi tena serê xwe hatine derbasî malên neewle dibin. Wêne: Jessica Gow / TT.

Zarokên bi tenê hatine derbasî malên xirab dibin

”Zerer li zarokan dibe”
4:03 min

Şaredarî li gor qayde û yasayan nakin dema zarokên bi tena serê xwe hatine Swêdê derbasî malên malbatî, familjehem, yên xirab dikin, ev li gor lêhûrnerîneke rojnameya Svenska Dagbladet ku îro hatiye weşandin.

Birgitta Hagström, şefa beş e li dezgeha çavdêrîkirina ji bo lênerîn û guhpêdanê, Ivo, ye:

-Nabe mirov çavdêrîkirina herî giring bavêje pişt guhê xwe: gelo, ev maleke ewle û bi kvalîteyeke baş e? Diyar e di vê qonaxê de şaredarî di çend rewşan de kêmasî kirine û ketine astengiyan de.

Zêdî 30 000 zarok sala par bi tena serê xwe hatine Swêdê û nuha şaredariyên Swêdê mijûl in bi peydakirina ciyên manê û malên malbatî ji wan re. Gelek şaredarî nuha hişiyariyê didin ku dext li ser zêde ye û ji ber wê jî mecbûr bûne aliyên prîvat di bazarê de bikarbînin yên alîkariya şaredariyan dikin ji bo peydakirina ciyekê manê ji van zarok û ciwanan re.

Lê lêhûrnerîneke ku rojnameya Svenska Dagbladet pêk aniye û ya îro hatiye pêşkêşkirin eşkere dike ku şaredarî li gor qayde û yasayan nekirine, yasayên ji bo parastina van zarokan dema cî digirin di van malbatên malbatî yên wê wan xwedî bikin.

Di sê ji gelek rewşên girêdayî malên malbatî ku giheştine destê dezgeha çavdêrîkirina ji bo warê lêneînê û guhpêdanê de ku rojnameya Svenska Dagbladet lê hûr nerîye diyar dibe ku şaredarî, bi rêya navberiyên prîvat yên malên malbatî, ev zarok ketine destên tawankarên giran de yan jî li ba kesên yekcar nikarin çavên xwe bidin wan. Di rewşna de jî ev zarok bi berdewamî cî diguherin bê peywendî bi berpirsiyarên xizmeta civakî re.

Kanala Radyoya Swêdê P4 Stockholm bi kurekî 15 salî bi esle wxe ji Afganistanê re axivî û ew behsa rewşa xwe ya zehmet dike:

-Ev kurê 15 salî dibêje min qutîk li ser cadeyan û di zibalê de didan hev û difirot ji bo ku karibim piçerk xwarinê ji xwe re bikirim û hindek pere di bêrîka min de hebin. Min didît ku gelek kesên din jî ev kar dikirin, îca min ji xwe re digot ez bi vî awayî hem pereyan fêde dikim û hem jî cadeyan paqij dikim.

Min fedî dikir û min nizanîbû eger sûcê min e ku wiqasî kêm xwarin digiheşte min û pereyên mesrûfa min nebû.

Li gor vî kurê afganî, ev mala tê de dijî wekî zindanekê ye. Ew ne alîkariyê werdigire ku zûtir derbasî civakê bibe û ne jî fêrî zimanê swêdî dibe.

Birgitta Hagström baş dibîne ku nuha behsa vê astengiyê dibe, ji ber ku beriya her tiştî zerer li zarokan dibe. Di van şeş mehên dawî de dexteke mezin li ser şaredariyan heye ji aliyê bicîkirina van zarokan da ku ciyek di malên malbatî de ji wan re peyda bibe. Ev ne hicete lê zelelkirina vê rewşa xirab e ya nuha eşkere bûye, li gor Birgitta Hagström.

-Di vê nîvsala dawî de me rewşeke cuda li Swêd dîtiye, rewşeke zehmet û mecbûrî ji bo peydakirina ciyê manê ji bo gelek zarokan. Di rewşên bi vî awayî de kar e wisa be ku yên karmend negiheştibin wan çavdêrîkirinên pêwîst bikin. Ev yeka mixabiniyeke mezin e lê ev derbirîna rastiya em îro tê de dîjîn.   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".