Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Li Fittja çi diqewime?

Hat weşandin måndag 15 februari 2016 kl 17.31
Êrîşa li Fittja
(7:29 min)
Polis och avspärringar kring den beskjutna minibussen i Fittja. Foto: TT
Berya êrîşa ser dolmîşê jî çek hatine teqandin. Foto: TT Wêne: Johan Nilsson/TT

Vê şemiyê li Fittja di êrîşa ser otomobîlekê de siyasetvanekî kurd giran birîndar bû, lê berya vê êrîşê jî hin alozî derketibûn û di vê raporê de em ê hewl bidin bi hûrgulî rûdanên li Fittja zelal bikin.

Bi munasebeta 17. salvegera girtina serokê PKKê Abdullah Öcalan roja şemiyê çalakiyeke bi awayê ”meşa dirêj” tê destpê kirin. Çalakvan ji Södertälje dest pê dikin û berêvarê ew digihine taxa Fittja ya li başûrê Stockholmê ku li wir wê navberê bidine meşa xwe heta roja din. Li vê taxa ku hejmareke bilind hem ya kurd hem jî ya tirkan heye û komeleyên wan pir nêzîkê hev in hin alozî derdikevin. Ji însîyatîfgirên xwepêşandanê, seroka NCDK Leyla Duman:

Belê, li ber komeleya Tirk hin xirecirî derdikeve, hin kes keviran tavêjine komeleyê, lê bêyî ku alozî zêde mezin bibe hem wezîfedarên xwepêşandanê hem jî polîs dikevine navberê û nahêlin alozî mezin bibe. 

Lê hêj li vir, erebeyeke pênc kurd tê de ku kar dikin bi rê bikevin tê rawestandin. Yê ku ev erebe tajot Letîf behsa wê kêliyê dike. 

Bi mudaxeleya polîs Letîf û hevalên wî yên di erebê de bi selametî ji wir dûr dikevin û hevalên wan yên din jî kom bi kom belav dibin.

Çar kes ji xwepêşanderan jî bi dolmîşeke reş ji ciyê bûyerê dûr dikevin. Hin sembolên kurdî bi dolmîşa wan ve ne û şofêr êlekê zer ku wezîfedar li xwe dikin lê ye. Ew hê ji Fittja derneketinî erebeyeke din ya Audi dikeve şelîta wan de û hewl dide wan bisekinîne. Di serî de ji şofêr wê ye ew hinekin henekê xwe dikin yan jî serxweş in û ew mecbûr dimîne berê dolmîşê dişikîne da ku qeza nebe. Bi şikandinê re li cama pêşiya wî dikeve, lê ew diseke û li şofêr nakeve. Erebeya Audi ku hatiye ber wan du guleyên din jî diberde dolmîşê û kesê li pişt şofêr rûniştî birîndar dibe.

Şofêr yekser tajoyê benzînxaneyeke nêzîk û ji wir li ambulansê digerin. Birîndar siyasetvanekî kurd yê ji rojhilatê Kurdistanê, Mahabadê ye û temenê wî derdora 50 ye. Hevalên wî dibînin ku guleyek li kêleka wî ketiye û ew pir xwînê winda dike. Ambûlans bi helîkopterê tê û di nava 15 deqeyan de wî dibe nexweşxaneya Karolînska. Wê şevê digel malbat û hevalên birîndar gelek kes herikîne ber bi nexweşxaneyê ve.

Şofêr radigihîne ku bi giştî sê gule hatine berdan, yek li cama pêş ketiye. Lê baş nayê zanîn bê gelo kesê birîndar yek yan herdu guleyên din lê ketine. Ji ber ku bûyerê pir bilez rû daye jî wan kes yan jî kesên di erebeya êrîşkar de baş nedîtine û negihane plakeya wê bigrin. 

Hem şofêr, hem jî çalakvanên din dibêjin wan qet texmîn nedikirin ku li vira êrîşên çekdarî pêk werin. Bes par payîzê hin kesên nenas bi şev bombeyek avêtibûne komeleyeke kurd ya li heman taxê, li Fittja. 

Berpirsa çapemeniyê ya polîsê Stockholmê Carina Skagerlind radigihîne ku wan lêkolînek dane destpêkirin, îfadeyên şahidan kom kirine û wan li çend deriyan xistine, bes heta niha kesekî girtî nîne. Derbarê erebeya pêşî de jî ew dibêje tu agahiyên wê li ser nînin.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".