turkiet turism. Foto: Mahmut Bozarslan & Charlie Riedel/TT.
Wêne: Mahmut Bozarslan û Charlie Riedel/TT.
Rojhilata Navîn:

Seyaheta Tirkiyê kêm dibe

2:05 min

Şirketên turîzmê bawer dikin ku şerê li deverên kurdî sedemeke mezin e.

Ev çend sal bûn ku deverên mîna Alanya, Antalya û Sideyê li Tirkiyeyê bûbûn armanca turîstên swêdî. Tirkiye bû cihekî pir balkêş ku her diçû, seyaheta ji Swêdê li wir zêdetir dibû û bû yek ji welatên yekem ku dihat bîra swêdiyan ji bo seyahetê. Lê di vê dema dawiyê de, xuya dike ku hejmara swêdiyên ku dixwazin herin Tirkiyeyê ji bo turîzmê, ecêb kêm bûye. Komşirketa TUI, ku şirketa Fritidsresor di bin banê wê de kar dike, radigehîne ku li gor hejmara sala par van çaxan, hejmara bilêtên ji bo havînê ku niha tên kirîn bi qasî 40% kêm bûye. 

Leyla Öfwerström zanyarîdera Fritidsresor e, dibêje ku mirov nikare sedema serekî ya vê kêmbûnê destnîşan bike, lê li gor wê, helbet ev şerê ku li herêmên kurdî dest pê kiriye, û ji ber ku navê Tirkiyê bi vî şerî gelekî di çapemeniyê de tê xwendin û bihîstin, kirîna bilêtan jî kêmtir dibe. Öfwerström dibêje ku li gor ku ew dibînin, hîn jî xelk derbasî malperê dibin û li bilêtên Tirkiyeyê digerin, lê kirîn kêmtir e, û dibe ku ew li bendê ne ku rewşa Tirkiyeyê baştir bibe. Ew dibêje ku bo nimûne niha bilêtên Spanyayê û Yûnanê zêdetir dibin.

Öfweström balê dikişîne ser wezareta derve, ku heta niha hîn jî tenê şîreta dûrketina ji herêmên kurdî dike, û dibêje ku tu kêşe li deverên turîzmê tune ne.

Ji ber vê kêmbûnê, niha çend balefirgehan biryar daye ku çend planên şarterê, wate seyaheta bi grûpî, ji balefirgehên xwe rawestînin, bo nimûne balefirgehên li Sundsvall, Karlstad û Dala Airport ku li bajarê Borlänge ye.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista