Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Gotûbêj

Bakurê Kurdistanê di parlemana Swêdê de

Hat weşandin tisdag 16 februari 2016 kl 17.32
Swêd dikare çi bike?
(10 min)
Margot Wallström, Amineh Kakabaveh, Desiree Petrus. Foto: TT
Margot Wallström, Amineh Kakabaveh, Desiree Petrus. Foto: TT

Li ser şerê dawî yê li bakurê Kurdistanê, zordariya tê kirin, îdiayên ku Tirkî alîkariyê dide Daişê û daxwaza derxistina PKK ji lîsteya terorê Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström çi dibêje?

Heftiya derbasbûyî, roja pêncşemê di parlemana Swêd de gotûbêjeke berfireh li ser rewşa bakurê Kurdistanê û Tirkî hebû. Ji parlemanterên Partiya Ҫep Amineh Kakabaveh û Hans Lindé, ji Demokratên Xiristiyan Desire Petrus û ji Partiya Lîberalan Fredrik Malm li ser rewşa Tirkî û bakurê Kurdistanê pirs û daxwazên siyasî ji Wezîra Derve Margot Wallström kirin û Wallström bersiva pirsên wan da û behsa helwesta Swêd kir. Em ji pirsên parlamenteran dest pê bikin.

Parlamenterê Partiya Ҫep (V) û berpirsê pirsên derve yê Partiyê Hans Linde bi hûrgilî behsa rewşa xerab ya li bakurê Kurdistanê kir. Behsa lîsteyeke bi navê sedan kesên ku vê dawiyê ji aliyê leşkeran ve hatine kuştin kir. Ji lîsteya ku wî got HDPê jê re şiyandiye navê kesên temenê wan sê mehî, heta heştê salî yên ku dewlet dibêje terorîstin xwend. Behsa wêrankirina bajaran û zordariya li ser xelkên sivîl, siyasetvan, rojnamevan û rewşenbîran kir û gotin anî ser helwesta bêdeng ya YE. Wî got digel vê qasê jî YE ji bo rawestandina koçberan alîkariya pereyan dide Tirkiyê. Ev sînyalên şaş dide. Hans Linde got sersebebê vê rewşa xerab serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan e û xwest ku ev yek bi dengekî bilind were gotin, YE xwe ker û lal neke, çavê xwe ji van neheqiyan re negire.

Hans Lindé herwiha bal kişande ser komcivîna YE ya ku vê heftiyê tê li dar xistin, lê ku di rojeva wê de rewşa Tirkiyê nîne û xwest Swêd pirsê bixe rojevê de.

Parlamentera Demokratên Xiristiyan(KD) Desiree Pethrus behsa bajarên dorpêçkirî ku derketina derve li wan tê qedexe kirin û kuştina bi sedan sivîl kir. Pethrus anî zimên ku ev rewş tesîrê li me dike, li ewlekariya Ewrûpa dike û li pirsa koçberan dike. Di gotara xwe de wê got pêwistî bi danîna nexşerêyeke pêvajoya aştiyê heye û xwest çavdêrê n navneteweyî herine Tirkiyê û bûyeran li cî bişopînin. Ji bo vêya jî wê xwest Swêd xebatê bike.

Parlamentereke din ya Partiya Ҫep Amineh Kakabaveh jî bûyerên vê dawiyê anîne zimên, behsa gef û êrîşên Tirkiyê yên li hemberî kurdên derveyî sînorên Tirkiyê jî kir û got:

– Em tev dixwazin Tirkî û PKK li hev werin, lê herçend yên ku her roj milet terorîze dikin dewlete jî ya di lîsteya terorê ya YE de PKK ye. Wextê muhra terorê li yekî be rûniştina pê re û gihana aştiyê zehmet dibe. Ji aliyê din ve di çavê kurdên Tirkiyê de PKK tevgereke gelî ye û em bixwazin, nexwazin milet pê re ye. Loma ez dipirsim bê gelo Swêd ji bo rêxweşkirina peydakirina çareseriyeke aştiyane wê hewl bide PKK ji lîsteya terorê ya Ewrûpa were derxistin?

Parlamenterê Partiya Lîberalan Fredrik Malm di axavtina xwe de wêneyên bajarên bakurê Kurdistanê şibande yên li Sûriyê. Cizîr û Diyarbekir bi Hums û Helebê re da ber hev. Behsa rojnamevanên girtî kir û got ji ber ku wan eybê dewletê derxistine holê, eşkere kirine ku Tirkî destekê dide Daişê ew bi fermana Erdogan têne girtin û cezayê miebed ji wan re tê xwestin.

Fredrik Malm bi berdewamî got Tirkî çavkaniya bêîstiqrariyê ye, bi desteka xwe ya cîhadîstan ew bûye sebeba koçberiya zêde û helwesta YE ya li hemberî Tirkiyê têkiliya bi Libyayê re tîne bîra mirovan.

Fredrik Malm xwest YE û Swêd li hemberî Tirkiyê dengê xwe bilindtir bike, di daxwazên xwe de zelaltir be. Wî got divê rasterast ji Tirkî were xwestin ku ew li gor prensîbên demokrasiyê tev bigere û dev ji desteka ku dide Daişê berde.

Parlamenterê Sosyaldemokratan, ango ji partiya ser hukim Serkan Köse jî bêyî ku tu pirsan bike axavtinek kir û destek da parlamenterên din.

Wî got ji ber ku AK Partî di hilbijartina hezîranê de bi ser neket Erdogan şer daye dest pê kirin û behsa giringiya helwesta hevpar ya partiyên cuda di parlemana Swêdê de kir. Wî got em yekfikir in ku divê ev êrîş werine şermezarkirin û bi berdewamî zextê bidine ser Tirkiyê da pirsa kurd bi riyên siyasî û aştiyane çareser bike.

Wezîra Derve Margot Wallström bi bibîranîna qurbanî û mexdûrên vê dawiyê dest bi axavtina xwe kir û bersiva pirsên parlamenteran da. 

Wallström got Swêd di helwesta xwe de pir zelal e, ew alîgirê jinûve destpêkirina pêvajoya aştiyê ye. Gereke Tirkî û PKK çekan bêdeng bikin. 

Derbarê şiyandina çavdêrên navneteweyî de wê got, ji bo tiştekî wiha mimkun be gereke ji dewletê, ango Tirkiyê daxwazek hebe. Ew bi xwe alîgirê şandina çavdêran e, wê pirsê bîne rojevê lê bicihanîna wê zehmete dibîne. Derbarê civîna vê heftiyê ya YE de jî wê got:

– Herçend pirsa Tirkiyê ne yek ji nuqteyên civîna wezîrên derve yên Ewrûpa jî ye ez bawerim ku gotûbêj li ser Tirkiyê dê werine kirin, ji ber ku bûyerên li wir li bîra me hemûyan e û em bi endîşeyeke mezin dişopînin. 

Margot Wallström ragihand ku wê ji hevpîşeyê xwe yê Tirkiyê pirsa lûlên neftê yên ji Sûriyê tên kiriye û wiha dewam kir: 

– Hemû rengên terorîzmê gereke werine şermezar kirin. Heqê Tirkiyê yê xweparastinê heye, lê divê ev di çarçoveya erkên navneteweyî de be û kesên sivîl werine parastin. Kuştina sivîlan nayê qebûl kirin û berpirs divê werine darezandin. Ez bang li Tirkiyê dikim ku van bûyeran zelal bike.

Li ser daxwaza Amineh Kakabaveh ya ku PKK ji lîsteya terorê ya YE were derxistin jî Wallström got eger lîsteya vêga şaş tê dîtin bila li dadgeha YE îtiraz were kirin da ku PKK jê were derxistin: 

–Bi me gereke sebebên van lîsteyan zelal û bi belge bin. Heqê yên tê de hebe li dadgeha YE îtiraza xwe bike. Û bi me eger dadgehê îtiraz qebûl kir gereke ew ji lîstê werine derxistin. 

Di dawiya axavtina xwe de Wezîra Derve jî pirsek kir. Wê got gelo alternatîv çi ye? Ma bi qutkirina têkiliyên Tirkiyê re mirovê bikaribe çi tesîrê bike? Li gor Wallström divê balanseke siyasî were girtin da ku mirov bikaribe bi riya têkiliyan tesîrekê li aliyên şer bike da şer were sekinandin û wê îdia kir ku ev helwesta Swêd ji aliyê HDPê ve jî teqdîrê dibîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".