Wêne: Karin Malmhav / SvD / Scanpix.
Wêne: Karin Malmhav / SvD / Scanpix. Wêne: Wêne: Karin Malmhav / SvD / Scanpix.

Nexweşiyên cinsî zêde dibin

Klamydia û gonorré zêde bûne
0:38 min

Zêdebûna nexweşiyên cinsî yên bi navê klamydia û gonorré, li gor dezgeha tendirustiya gel, Folkhälsomyndigheten, kare ji ber wê be ku gelek kes kondoman bi kar naynin, ku gelek kes cins û seks bi gelek kesan re dikin lê hoyeke din jî kare maynekirinên bêhtir bin.

Di hindirê sala buhurî de nêzîka 38 000 rewşên klamydiayê hatin ragihandin, ev hejmar ya herî bilind bû di 7 salên dawî de û hejmara rewşên nexweşiya gonnorré giheştibû 1700 rewşî.

Ev her du nexweşî, ango klamydia û gonorré karin derfet û imkana zarokanînê kêm bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".