wêne: Andreas Hillergren/TT
wêne: Andreas Hillergren/TT

Penaber rêyên din bo Swêdê hildibijêrin

Penaber beleman hildibijêrin
0:51 min

Çavdêrîkirina sînorê Swêdê li ser pira Öresund rê li ber penaberan giritiye û wan mecbûr kiriye ku rêyên din hilbijêrin.

Li gor rojnameya Sydsvenskan ta nuha di vê salê de tenê 119 penaber bi tirên, bas yan jî bi seyarê ji paytexta Danmarkê, Kopenhagen, pira Öresundê derbas kirine û giheştine Swêdê.

Di şûnê de rêya gemî û belemên bo Trelleborg û Göteborg bûne rêyên herî bêhtir ku penaber hildibijêrin bo Swêdê.

Sydsvenskan dinivîse ku ji destpêka 2016 de bi tevahî 5 000 kes serî li mafê penaberiyê li Swêdê daye. Danberhev bi payiza derbasbûyî re, dema 114 000 xwe gihandin Malmö beriya çavdêrîkirina sînorê Swêdê ser pira Öresundê dest pê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".