wêne: ANDERS WIKLUND / TT
wêne: ANDERS WIKLUND / TT

Pêla penaberan bandor li koçberên evînê kiriye

Dexteke zêde li ser dezgeha Koç heye
1:04 min

Ew kesê ji ber evînê dixwaze bê Swêdê mecbûr dibe demeke dirêj li hêviya bersivekê bimîne ji dezgeha Koçê, Migrationsverket.

Di van du salên dawî de dema payinê ji bo grûpên taybet ducar bûye. Ji bo wan kesên ku di hindirê demeke kurt de hevûdû naskirine dema payinê bi navencî 153 roj bûn di 2013 de. Ev dem nuha bûye 378 roj.

Di halê hazir de li ba dezgeha Koçê, Migrationsverket, dora 53 000 kes di dorê de ne. Di nav van kesan de hene yên li bendî bersivekê ne derbarê pêskankirinê yan jî ew yên dixwazin kesekî ji malbatê bînin bo Swêdê û gelek rewşên din jî di nav wan de hene. Lê grûpa herî mezin ew in yên dixwazin kesekî ji ber evînê bînin Swêdê, grûpa koçberên evînê li ba dezgehê nuha giheştiye 26 000 kes in.

Di vê dema dawî de dezgeha Koçê tûşî dexteke mezin bûye ji ber pêla penaberan.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".