Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven û serokwezîrê Birîtaniyayê David Cameron. Wêne: Tim Ireland/AP.
Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven û serokwezîrê Birîtaniyayê David Cameron. Wêne: Tim Ireland/AP. Wêne: Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven û serokwezîrê Birîtaniyayê David Cameron. Wêne: Tim Ireland/AP.

Swêd mercên Birîtaniyayê qebûl dike

2:13 min

Ber bi civîna bilind ya Yekîtiya Ewrûpayê ve ya ku sibe li Brukselê dest pê dike serokwezîrê Swêdê, Stefan Löfven, amade ye berbihevhatinan qebûl bike ji bo rêkkeftinê, derbarê wan guherînên ku Birîtanya daxwaz kiriye ji bo ku di hindirê Yekîtiya Ewrûpayê de bimîne.

Ya herî zehmet ji bo hikûmetê pirsa derbarê rawestandin yan jî kêmkirina yarmetiyên cuda ne yên ku hemwelatiyên YE werdigirin dema li Birîtaniyayê kar dikin.

-Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven dibêje em îro ne bi pêwîstiya yekîtiyeke lawaz e. Em bi pêwîstiya yekîtiyeke bi hêz e û ew berbihevhatinên ku nuha di nav komîsyonê, encûmena ewrûpayî û Birîtaniyayê û welatên de bûne, li gor nerîna min xwedan wate û hêjayîyeke wisa ne ku em nuha karin karê xwe berdewam bikin û Birîtaniyayê di hindirê YE de bihêlin.

Serokên welatên endam di YE de dê îro û sibe derbarê qaydeyên YE yê li hev bikin ji bo ku Birîtaniya di yekîtiyê de bimîne. Ta nuha hikûmeta Swêdê pêşniyazên reformên YE qebûl kirine ji bo mana Birîtaniyayê di yekîtiyê de.

Daxwazên Birîtaniyayê ev in:

-Ku rola parlamanên nateweyî di YE bihêztir be.

-Ku biriyarên herêma ewroyê zererê li garantiyên ji bo welatên ne endam di peymana ewroyê de nekin.

-Ku sozê bidin Birîtaniya ku li derveyî daxwazên fermî yên YE be yên derbarê hevgirtineke sabit.

-Ku sîstema refahê ji bo hemwelatiyên YE li Birîtaniyayê bên sînorkirin.

Piştî vê civîna bilind dê ev pêşniyaz li Birîtaniyayê têkeve dengdanê de û milet dê ya xwe bêje eger wê di YE de bimînin yan na.

Di vê civînê de jî dê li rapora aktuel ya krîsa penaberan bên nerîn.   

 


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista