Språken i Google Translate och lingvistikern Husein Muhammed.
Zimanzan Husein Muhamed vebûna Google Translate bi kurdî dinirxîne. Foto. Privat

Google Translate bi kurdî vebû!

9:07 min

Google Translate bi kurdî, zaravayê kurmancî vebû. Li ser maneya wê ji bo zimanê kurdî, derfetên ew dide û kêmasiyên tê de em bi Husein Muhemmed, rêvebirê bloga Zimannas re axivîn.

Êdî bi riya înternetê hema hema çi nivîsa tu bixwazî tu dikarî wergera wê ya bi kurdî bibînî, yan jî ji kurdî wergerînî nêzîkê sed zimanên din. Werger belkî ne mikemel be, lê bi kêmasî naveroka wê tê fam kirin û di nava çend saniyan de mirov dikare fikrekî bistîne bê behsa çi tê kirin.

Belê, duh Google Translate ku li ser înternetê wergera navbera zimanan dike bi kurdî, zaravayê kurmancî vebû. Li ser maneya vê ji bo zimanê kurdî derfetên ew dide û kêmasiyên tê de em bi rêvebirê bloga Zimannas Husein Muhammed re axivîn.

Ji bo guhdariya li hevpeyvînê li rapora dengî guhdarî bike!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista