Serokê komeleyê Ismail Zengin. Wêne: Simon Andrén/Sveriges Radio
Serokê komeleyê Ismail Zengin. Wêne: Simon Andrén/Sveriges Radio Wêne: Serokê komeleyê Ismail Zengin. Wêne: Simon Andrén/Sveriges Radio

Komeleya tirkî li Fittja tûşî teqînekê bû

”Hertişt xirab bûye”
2:10 min

Komeleya çandî ya tirkî li Fittja ya bi ser Botkyrkayê ve ye çarşemê êvarî tûşî êrîşekê bû, teqînek bi hêz ya pencere firandin û dîwarên komeleyê şikand. Piştî teqînê dûman û dikêl ji koleleyê belav bû.

 

-Ji hindir ve gelekî hatiye xirabkirin. Ismail Zengin, serokê komeleya çandî ya tirkî li devera Botkyrka dibêje ku hemû pencere hatine şikandin û dîwar û sofacên komeleyê ji ber teqînê ji ciyên xwe rabûne.

Nuha pêşlêkolînek derbarê vê xirabkirinê dest pê kiriye. Li gor Sven-Erik Olsson ji sentrala peywendiyê ya parêzgehê ya polîs dibêje ku agahiyên şahidan hene yên dibêjin di dema teqînê de kesek di komeleyê de tune bû.

Di halê hazir de herêma derdora ciyê komeleyê hatiye girtin û polîs dest pê kiriye û li deriyê cîranan dixîne. Ta nuha kesek gumanjêkirî li ba polîs tune ye.

Di dawiya heftiya derbasbûyî de pevçûnek çê bû li ba heman komeleyê dema xwepêşandaneke ku ji aliyê kurdan ve hatibû amadekirin di ber komeleyê derbas bû. Her di wê xwepêşandanê de zilamek bi demançeyê hate birîndarkirin û ta nuha jî hîna di rewşek bi tirs de ye.

Ta çi radeyê bûyera xwepêşandanê bi teqîna komeleyê ve girêdayî ye, hîna jî polîs nizane. Sven-Erik Olsson careke din:

-Ez nikarim tiştekî bêjim ji ber hemû agahdarî li ba min tune ne. Nuha em giraniyê datînin ser bûyera teqîna komeleyê.

Li gor şahidên li derdora komeleyê kesek tiştek avatiye komeleyê.

Îro nîvro agahdarî hat ku polîsê istixbaratê Swêdê, Säpo, di lêkolîna birîndakirina yê xwepêşander de û teqîna komeleya tirkî ya li Fittjayê beşdar dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".