Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Pedram: Bi soz ev stand-up wê pirrengî be!

Hat weşandin fredag 19 februari 2016 kl 16.47
”Ev dikare bibe karê min”
(10 min)
Muzîkjen Pedram Shahlai. Wêne: Radyoya Swêdê.
Muzîkjen Pedram Shahlai. Wêne: Nasser Sina /Radyoya Swêdê.

Ew muzîkjen û mamostayê muzîkê ye û nuha ji bo cara yekem şoweke têkel ya stand-up amade dike bi navê “Hur kaxig får man lov å vara?”.

Muzîkjen Pedram Shahlai, îro li bajarê Karlstadê şowa xwe pêşkêş dike û sibe li Stockholmê li ser şanoya Stallet pêrgî bîner û guhdarên Stockholmê dibe. Li gor wî bi xwe ev xewnek e û ji zaroktiyê ve dilê wî di şano û teatero de hebû. Nuha ew dixwaze mûzîkê, teatro û stand-up di şoweke taybetî de pêşkêş bike.

Li Swêdê şowên stand-up ango pêşkêşkirinên bi şoxî û henekan di van salên dawî de zêde biserketine û pêleke mezin ji komîdîsiyenan cî li ser şanoyên cuda girtine. Di nav wan de jî çend kesên bi eslê xwe kurd hene wekî Özz Nûjen û Soran Ismail.

Lê li Pedram Shahlai dibêje ew stîla ku bêhtir bala wî kişandiye û ji wê hez dike di halê hazir de cî zêde negirtiye li ser şanoyên swêdî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".