Stefan Löfven. Foto:Henrik Montgomery/TT
Stefan Löfven. Foto:Henrik Montgomery/TT Wêne: Henrik Montgomery/TT

Löfven: Peymana Brîtanya baş e

Brîtanya diçe referandumê
1:38 min

Brîtanya bi Yekîtiya Ewrûpa re giha rêkeftinekê û 23ê hezîranê dê peymanê bibe referandûmê. Eger piraniya xelkê qebûl bike ew ê di yekîtiyê de bimînin, yan na wê ji hevkariya YE derkevin.

Ev demeke mayin yan derketina Brîtanya di Yekîtiya Ewrûpa de tê gotûbêj kirin. Ji aliyê brîtaniyan ve dengên rexnegir têne bihîstin. 

Ji bo mayina Brîtanya ya di nav YE de roja înê ew gihane peymanekê. Brîtanya wê havînê, 23ê hezîranê peymanê bibe referandûmê. Eger piraniya xelkê qebûl bike ew ê di yekîtiyê de bimînin, yan na wê ji hevkariya YE derkevin. 

Heçî serokwezîrê Brîtanya David Cameron e ew ê ji bo qebûlkirina peymanê bixebite, lê hin giregirên di nav partiya wî de ji niha de ragihandine ku ew ê li dijî derkevin.

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven kêfxweş e ku YE bi Brîtanya re gihaye rêkeftinekê.

– Gelekî girîng e ku em gihane vê rêkeftinê. Dewletên endam tişta ji wan hatiye kirine da ku ev yekîtî nefeşkile. Niha me bi hev re ji serokwezîr Cameron re hîmek daniye da ew kampayake serkeftî ji bo mayina Brîtanya di nav YE de bimeşîne.

Ji partiyên muxalefetê Moderat û Lîberal jî kêfxweş in ku lihevhatinek hatiye îmza kirin, lê di heman demê de destnîşan dikin ku xetera derketina ji YE hêj heye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".