Anna Kinberg Batra û Elisabeth Svantesson. Foto: Anders Wiklund/TT
Anna Kinberg Batra û Elisabeth Svantesson. Foto: Anders Wiklund/TT Wêne: Anders Wiklund/TT

Moderat: Bila xerîbên nû imtîhanê çêbikin!

Eger nûhatî imtîhanê xelas nekin….
1:03 min

Kesên nû têne Swêdê bila imtîhaneke li ser civaka Swêdê çêbikin, eger ew di imtîhanê de ne serkeftî bin bila alîkariya didine wan were kêm kirin. Vê pêşniyazê partiya sereke ya muxalefetê Moderat dikin.

Imtîhana civakî ya behsa wê tê kirin niha nîne, lê ew daxwazeke Moderatan e û partî dixwaze pirsên tê de li ser nirx û qaîdeyên Swêdê be. Pêşniyaz ew e ku eger şagirt imtîhanê xelas neke alîkariya jê re diçe gereke were kêm kirin. 

Elisabeth Svantesson ku berpirsa pirsên entegrasyonê ya Moderatan e ji TT re dibêje herçend hin kes bi salan li vira dimînin jî haya wan ji maf û berpirsiyariyên wan nîne û nikarin bibin beşek ji civaka Swêdê.

Moderatan ev pêşniyaz hêj bi hikûmet û partiyên din re gotûbêj nekirine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".