Wêne: Björn Larsson Rosvall/TT.
Björn Larsson Rosvall/TT. Wêne: BJ֖RN LARSSON ROSVALL / TT

Kesên HBTQ li kampan rastî tahdeyê tên

"Kesên em ji ber wan reviyan, li kampan tahde li me dikirin"
5:01 min

Tahde û acizkirina kesên HBTQ li kampên penaberan ji berê ve hebû, lê bi zêdebûna hejmara penaberan di payîza çû de, rêjeya acizkirin û tahdeyê jî bilindtir bû.

Radyoya Swêdê bi Cîhan û Karwan, ku hevcins in, re axivî. Wan behs kir ku acizkirin û tahdeya ku wan li kampan dît, hişt ku ew ji wan kampan birevin û herin li mala hin swêdiyan bimînin.

Ulrika Westerlund seroka Yekîtiya Parastina Mafên kesên HBTQ, wate kesên hevcins, bî- û transseksuel û queer, e. Wê ji Radyoya Swêdê re got ku haya wan jî jê heye ku rewşa van kesan li kampên penaberan pir xerab e. Di payîza sala çû de RFSLê rêkxistineke biçûk di nav xwe li dar xist, ji bo bi taybetî ji bo mafên penaberên HBTQ kar bike. Westerlund dibêje ku ew nizane hejmara van penaberan tam çiqas e, lê rêkxistina ku li 14 deverên cuda yên Swêdê heye, dibêje ku li hemû deveran penaberên HBTQ pêwendî bi wan re daniye û daxwaza alîkariyê kirine.

Alîkariya ku ev yekîtî dikare bide van kesan ew e, ku xaniyên hin kesên prîvat ji wan re bibîne ku bixwazibin wan penaberan li cem xwe bihewînin. Yek ji kesên ku alîkariya dîtina xaniyan ji bo van penaberan dike, Ashna ye, ku ji payîza çû ve di karê xêrxwaziyê yê pêşwazîkirina penaberan de çalak e. Ew behsa kurekî dike, ku ji ber tahde û acizkirina ku li kampan rastî wî dihatin, vegeriya başûrê Kurdistanê.

Tê zanîn ku RFSLê ji zû ve xwestiye ku kampine taybet bi kesên HBTQ bide vekirin, û Ulrika Westerlund hêvî dike ku kampeke wisa berî havînê were vekirin. Lê Sverker Spaak ku li Daîreya Koçê kar dike, dibêje ku ew nagihên vê havînê kampekê wisa vekin, ji ber ku qanûn û qaîdeyên kirîna dewletî demeke dirêj dixwin, û proseyeke dûdirêj e. Lê ew hêvî dike ku heta havînê danûstandina di navbera kampan de baştir bûbe, ji bo ku rewşa penaberên HBTQ jî baştir bibe, bo nimûne bi rêya danîna wan penaberan li cihine nêzîkî bajarên mezin, ji bo ku bikaribin baştir û hesantir pêwendiyê bi RFSL re deynin.


Bêhtir li ser vê mijarê di podda heftiya bê de! 

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".