Vigselbevis i handen. Foto: TT
8500 keçan ragihandine ku ew ditirsin nikaribin bi dilê xwe bizewicin. Foto: TT Wêne: Axel Öberg / SvD / TT

Polîs wê li sûcên şerefê bigere

Zewacên bi zorê
1:46 min

Tê zanîn ku li Swêdê bi hezaran kes tûşî zewaca bi zorê dibin. Gelek keç jî têne sinet kirin. Herçend ev herdu kiryar li Swêdê qedexe ne jî hema hema tu caran kesek nayê mehkeme kirin.

Ji bo ku sedema vê yekê derxîne holê niha beşa operasyonên neteweyî ya polîs, NOA, lêkolînekê dide destpêkirin. Nina Gual mifetişa polîse:

– Niha em ê lezê dine karê xwe. Em ê li zewacên bi zorê, sinetkirina keçan û seyahetên ku ciwan têne xapandin da bi zor werine zewicandin û sûcên şerefê binêrin.

Qanûna ku sinetkirina keçan qedexe dike ji destpêka 1980 ve heye, lê heta niha tenê du dozên di vî warî de vebûne. Qanûna li hemberî zewaca bi zorê di 2014ê de derket û heta niha ji ber vêya doz li kesekî nehatiye vekirin. 

Lewra Nina Gual dibêje niha NOA wê binêre bê ji bo vekirina bêhtir doz çi pêwist e: 

– Lêkolînekê nîşan dabû ku 8500 keç ditirsin ku ew ê nikaribin bi dilê xwe bizewicin. Îcar gava tu doz nebin tê wê maneyê ku bêbalansiyek heye û em dixwazin zanibin bê sedema vê çiye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".