Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Qaçaxiya sîlehan ya ji Balkanan dê were astengkirin

Hat weşandin tisdag 23 februari 2016 kl 11.51
Sîlehên Balkan
1:48 min
Anders Ygeman i Balkan. Foto: TT
Wezîrê Hundir ji bo rawestandina sîlehên qaçax li Balkana ye. Foto: TT

Swêd û Sirbîstan li hev hatin ku hevkariya navbera polîsê herdu dewletan were xurtkirin. Amanc ji hevkariyê ew e ku qaçaxiya bombeyên destan û sîlehan were rawestandin.

Wezîrê Hundir yê Swêdê Anders Ygeman ku ji bo rêkeftinekê vêga li Balkana ye dibêje:

– Di navbera polîsê Swêd û Sirbîstan de halê hazir ji xwe hevkariyek heye. Par di lêkolîna derdorê 50 dozî de polîsê sirbî hevkarî kir û helbet em dixwazin ev hevkarî pêş bikeve.

Ygeman hêvîdar e ku bi hevkariyê veguhastina îstixbarata navbera herdu dewletan xurttir bibe û polîsê Swêdê bikaribe here li cî lêkolînan bike. 

Hêviya Anders Ygeman ew e ku hevkarî ne tenê bi Sirbîstan re, lê herwiha bi Bosna-Hersek re jî were pêşdebirin. Par ji van herdu dewletan gelek bombeyên destan derbasî Swêdê bûne.

– Ev problemek e cidî ye. Hinek ji niha de hatine girtin û hinek jî li benda dadgehê ne, lê gereke riya derbaskirina sîlehên qaçax were birîn.

Beşek girîng ji hevkariyê ew e ku polîsên Sirbîstan û Bosna-Hersekê jî werine Swêdê. Anders Ygeman bawer e ku bi vî awayî ew jî wê baş fam bikin bê ev hevkarî çiqas pêwist e.

– Ev dikare bibe sebebeke girîng ya pêşdebirina hevkariyê. Ji aliyê din ve ez bawer im ku divê em sîlehên li Balkanan xurde bikin. Heta ku em vêya nekin tedbîrên polîsî wê têrê nekin. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".