Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêdiya di destê Daişê de niha li Kurdistanê ye

Hat weşandin tisdag 23 februari 2016 kl 14.13
Keça 16 salî niha di emniyetê de ye
(0:45 min)
Mosul. Foto: TT
Hezên kurd keçik ji derdora Mûsilê wergirtine. Foto: TT Wêne: Karim Kadim

Keçeke 16 salî ya ji Swêdê ku gihabû Daişê niha di destê hêzên kurd de ye û li başûrê Kurdistanê ye.

Keça 16 salî ku welatiya Swêdê ye û li derdora Mûsilê bi Daişê re bû meha cotmehê ketibû destê hin hêzên kurd de. Lê niha ew ketiye destê hezên hikûmetê yên Kurdistanê. Vê agahiyê Konseya Ewlekariyê ya Kurdistanê dide. 

Rayedarên kurd bi daxuyaniyekê didine zanîn ku Swêd û malbata keçikê daxwaza alîkariyê kirine û di 17ê sibatê de ew ketiye destê wan de. 

Li gor daxuyaniyê di destpêkê de keçik ji aliyê Daişê ve hatiye xapandin û çûye Sûriyê. 

Wezareta Derve ya Swêdê heta niha derbarê bûyerê de tu agahî nedane.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".