Wêne: Bebeto MatthewsTT.
Wêne: Bebeto MatthewsTT. Wêne: Wêne: Bebeto MatthewsTT.

Amnesty International: Mafê mirovan binpê dibe

”Her welatek derdora xwe têl danîne”
1:43 min

Li gor rapora rêxistina mafê mirovan Amnesty International ji bo 2015 wezîfeya sîstemên navneteweyî ji bo parastina mafê mirovan nebiserketî bû.

Anna Lindenfors, sekretera giştî ya beşê swêdî ya Amnesty International mixabin dibîne ku ev lawazî nuha dibe, di krîseke wisa mezin de ya tê de 60 milyon mirov îro di cîhanê de peneber in.

-Guherîn ne tenê ew e ku mafê mirovan ji bo take kesan misoger bibe, lê herweha ku sîstem û dezgeh yên hatine tayîn kirin ji bo mafê mirovan biparêzin, ji aliyê welatên cuda ve gumanjêkirî ne û tên rexnekirin.

Dema başûrê Afrîka hişt ku serokê Sûdan Omar al-Bashir havîna buhurî dest ji welat berde, herçend ku ew ji aliyê dadgeha navneteweyî ve daxwazkirî bû, tenê yek ji nimûneyên rexnekirî bû.

Rexne herweha li civata navneteweyî jî bû, di heman dema ku miletê sîvîl yê sûrî di bindestiyê û êrîşkirinan de dijîn civata sîvîl di karê rawestandina şerê li Sûriyê de biserneketiye. Anna Lindenfors careke din:

-Di şûna ku ew hewil bidin çareseriyeke hevbeş peyda bikin her welatek tenê li astengiyên xwe yê hindurîn nerîye û derdora xwe perjîn û têl danîne.

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".