Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Ylva Johansson dibe berpirsa entegrasyonê

Hat weşandin onsdag 24 februari 2016 kl 12.27
”Johansson nabe wezîra Entegrasyonê”
(1:01 min)
Wezîra bazara karî Ylva Johansson. Wêne: Bertil Ericson/TT.
Wezîra bazara karî Ylva Johansson. Wêne: Bertil Ericson/TT. Wêne: Wezîra bazara karî Ylva Johansson. Wêne: Bertil Ericson/TT.

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven hikûmetê ji nû ve organîze dike û berpirsiyariya wezîra bazara karî Ylva Johansson berfireh dike. Ew ji nuha û pê de dê bibe berpirsa siyaseta hikûmetê ya bi cî bûnê ji bo penaberên nû hatine Swêdê

-Löfven ji rojnameya Dagens Nyheter re dibêje ku Ylva Johansson bi kêrî wê tê ku instiyatîfên siyasî werbigire yên bi xwe girêdayî kar û wezîfeya wezîrên din in. Ylva Johansson nuha dibe xwedî heqê wergirtina initiatîfan.

Löfven behsa siyaseta perwerdeyê û siyaseta xaniyan dike, du ji wan warên ku ji kar û wezîfeya wezîrên din hesab dibin. Di heman hevpeyivînê de serokwezîrê Swêdê yekcar naxwaze Ylva Johansson wekî wezîreke nû ya entegrasyonê bi nav bike.

Stefan Löfven mukir tê ku hikûmet ta nuha zehmetî dîtiye di birêvebirina siyaseteke hevgirtî de ji bo bi cî kirina wan penaberên nû hatine Swêdê.

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".