Margot Wallström i riksdagen. Foto: Foto Jonas Ekströmer/TT.
Wezîra karûbarê derve Margot Wallström. Wêne: Jonas Ekströmer/TT.

Hikûmet balyozên nû tayîn dike

"Ev du pirsên herî giring in ji bo Wallström”
2:00 min

Hikûmet balyozekî taybet ji bo çekkêmkirinê û balyozek ji bo mafê mirovan tayîn dike. Ev du biriyar di beyannameya siyaeta derve de hate eşkere kirin ya îro wezîra karûbarê derve Margot Wallström di parlamanê de pêşkêş kir.

Hikûmet vê biriyarê bi wekî nimûne teqandina atomî ya ku ji aliyê Korea ya bakûr ve bû, girê dide û di beyannameyê de wisa dinivîse ”Ev bi taybetî pêwîstiya karê çekkêmkirina navneteweyî diyar dike”.

Çekkêmkirin û pirsa mafê mirovan du pirsên giring in ji bo hikûmetê û Wallström, li gor Fredrik Furtenbach, şirovekarê siyaseta hindirîn yê Radyoya Swêdê:

-Hikûmet dixwaze bi van her du balyozan diyar bike ku ew bi çevekî giring li van pirsan dinere û kar jî dike. Ji bo Margot Wallström jî ev du war yên herî bêhtir giringiyê dide wan.

Partiyên hevalbendiyê dextê datîn li ser hikûmetê ji bo endametiya Swêdê di Naotyê de lê Wallström dibêje hilbijartin û xeta siyseta ewleyiyê ya Swêdê dê her wekî berê be:

-Xeta siyaseta ewleyiyê her wekî berê dimîne. Serbestiya me ya hevalbendiyê ya leşkerî baş bi xizmeta me ra dibe û alîkariyê dide rewşeke rûniştî û ewle li bakurê Ewrûpayê.

Wallström got jî ku serbestiya hevalbendiyê divê bi hevkarî be bi welat û rêxistinên din re. Bi Yekîtiya Ewrûpayê re, welatên bakûrî, Neteweyên Yekgirtî û Natoyê re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".