Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Dayiktiya "surogat" nayê qebûlkirin

Partî li ser vê pirsê ne li hev in
1:07 min
Det blir nej på grund av juridiska skäl och av rädsla för att kvinnor utsätts för påtryckningar att bli surrogatmödrar.
Dayiktiya surogat nayê qebûlkirin. Wêne: TT. Wêne: TT

Lêkolîna hikûmetê ya derbarê dayiktiya bi awayê surogat qebûl nake ku jinek zaroka kesekî din bîne bêyî ku heqê xwe werbigire.

Lêkolîner Eva Wendel Rosenberg dê îro biriyara neqebûlkirina vê yekê pêşkêş bike. Ew dibêje na ji ber sebebên yasayî û tirsa ku jin têkevin bin dexta ku divê bibin dayikên surogat. Dayiktiya surogat ew e ku jinek di şûna kesekî din de ducanî dibe. Ew pereyan wernagire. Yan hêkeke bi hemirlkirî derbasî malzaroka wê jinê dibe yan jî hêka wê jinê bi xwe tên bikaranîn. Piştî zarok ji dayik dibe ew jin mafê dayiktiya wê zarokê ji destê xwe ber dide.

Dayiktiya awayê surogat li gelek welatan destûrdayî ye lê li Swêdê hîna jî qedexe ye.

Partiyên parlamanê ne li hev in derbarê vê pirsê. Lîberal piştgîriya dide pirsa dayiktiya surogat li gel partiya Navendê. Lê partiya Çep û demokratên xirîstiyanî li dij in. Partiyên din hîna helwesteke zelal derbarê vê pirsê eşkere nekirine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".