Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Hikûmet û Partiya Çep di bazara budceyê de ne

S û MP guh nadine V.
2:12 min
En person dammsuger, Vänsterpartiets budgetförhandlare Ulla Andersson. Foto: TT.
Ji Partiya Çep Ulla Andersson ku hevdîtinên budceyê dide meşandin. Wêne: TT

Hikûmeta ku ji Sosyaldemokratan (S) û Partiya Jîngehê (MP) pêk tê vêga li ser budceya biharê hevdîtinan bi Partiya Çep re dike da ku piştgiriya wan bistîne. Lê hikûmet naxwaze yek ji şertên sereke yên Partiya Çep qebûl bike.

Yek ji şertên sereke yên Partiya Çep betalkirina berfirehkirina jêkuştina bacê ya ji bo xizmetên nava malê ye ku bi swêdî weke RUT-avdraget tê bi nav kirin. Hê hevdîtin bi dawî nebûne, lê li gor çavkaniyên beşê nûçeyan ê Radyoya Swêdê, Ekotê, hikûmet ê vê şerta Partiya Çep qebûl neke.

Payîza buhurî hikûmetê û partiyên alliansê li hev kirin ku xizmeta barkirinê, alîkariya IT’yê  û xizmeta baxçevaniyê jî dê bikeve bin jêkuştina bacê ya ji bo xizmeta nava malê.

Partiya Çep dixwaze vê lihevkirinê betal bike. Lê li gor agahiyên ku hatine bi dest xistin hikûmet vê şerta Partiya Çep qebûl nake û qanûna nû dê ji yekê meha 8an û pê de dest pê bike.

Hikûmet û partiyên alliansê bi vê rêyê dixwazin karên nû ji bo penaberan çê bikin. Berdevkê Partiya Moderatan ê siyaseta koçê Johan Forssell dibêje eger hikûmet bi ya Partiya Çep bike û qanûn were betal kirin tevahiya lihevkirina hikûmet û alliansê ya li ser siyaseta koçê dê biherife.

Johan Forssell dibêje her şeş partiyan li ser vê mijarê li hev kirine ku di nava xwe de bi hev ve girêdayî ye û Partiya Çep xwe li derveyî vê hiştiye. Divê Stefan Löfvén jî lihevkirina li ser siyaseta koçê weke tevahiyekê bibîne û bi ya Partiya Çep neke.

Partiya Çep dixwaze jêkuştina RUTê bi tevahî ji holê rake û li şûna vê yan alîkariya zarokan bike 180 kron an jî 10 milyar kronên nû bide şaredarî û meclîsên parêzgehan da ku karkerên xizmeta tenduristiyê zêde bikin.

Ji Partiya Çep Ulla Anderssonku hevdîtinên budceyê yên bi hikûmetê re dide meşandin di rojnameya DNê de dinivîse ku ew nikarinbudgeyeke ku feydeyê li refaha welat nake qebûl bikin.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".