Beskjutna minibussen och polisen i Fittja. Foto: TT
Dolmîşa ku siyasetvanê kurd tê de hate birîndar kirin. Foto: TT Wêne: Johan Nilsson/TT

Rewşa birîndarê Fittjayê stabîl e

”Xetera mirinê nemaye.”
1:17 min

Siyasetvanê kurd ku li Fittjayê piştî xwepêşandanekê bi sîlehê bi awayekî giran hatibû birîndar kirin hê jî li nexweşxaneyê ye. Hevalê wî Josef Soultanî li ser rewşa wî ya dawî agahiyê dide.

Berî 2 heftiyan li Fittjayê li Stockholmê dolmîşeke çalakvanên kurd tê de rastî êrîşeke çekdarî hatibû û di êrîşê de siyasetvanekî 52 salî yê ji rojhilatê Kurdistanê ji kêleka xwe giran birîndar bûbû.

Siyasetvanê kurd vêga li nexweşxaneya Karoliskayê razandî ye. Em li ser rewşa wî ya dawîn bi hevalê wî Josef Soultani re axivîn. Soultani dibêje rewşa hevalê min stabîl e.

Ji bo zêdetir li deng guhdarî bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".