Karin Wanngård a sosyaldemokrat heyvê 125 000 kronî distîne.Wêne: Jonas Ekströmer / TT
Karin Wanngård a sosyaldemokrat heyvê 125 000 kronî distîne.Wêne: Jonas Ekströmer / TT

Payebilindên jin ên şaredariyan zêdetir qezenc dikin

Di dîrokê de cara pêşîn e.
1:15 min

Ev cara pêşîn e ku li Swêdê midûr û serokên jin ku li şaredariyan kar dikin ji hevkarên xwe yên mêr zêdetir meaş distînin. 

Ev yek di lêkolîneke rojnameya Dagens Samhälleyê de tê pêşkêş kirin.

Ji Partiya Sosyaldemokratan Karin Wanngård li şaredariya Stockholmê endama meclîsa şaredariyê ye ku li ser pirsên fînansê hûr dibe. Meaşê Wanngård ser 125 000 kronî re ye û ev meaş ji yê temamê siyasetvanên şaredariyan ên li Swêdê zêdetir e.

Li seranserê welat jî siyasetmedar û midûrên şaredariyan ên ku meaşê herî bilind distînin jin in.

Staffan Isling li Örebroyê dîrektorê şaredariyê ye û serokê Komeleya Dîrektorên Şaredariyan e. Ew dibêje di van demên dawîn de piraniya karkerên payebilind ên şaredariyan ku ji bo kar têne girtin jin in û ji ber ku ew memûrên herî dawîn û nû ne meaşê wan jî bilindtir e.

Dema mirov midûrekî diguhere meaşê midûrê nû ji yê yê kevin zêdetir dibe, loma meaşê memûrên payebilind ên jin ji yê mêran zêdetir bûye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".