Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Koç

Dersînorkirina ji bo Macaristanê rexneyan digire

Hat weşandin torsdag 25 februari 2016 kl 15.24
"Ev dibe trawma li ser trawma"
(2:24 min)
Julia Ivan, jurist på ungerska Helsingforskommitten. Foto: Johanna Melén/Sveriges Radio.
Julia Ivan, li komîteya Civil Rights Defenders hiqûqzan e. Wêne: Johanna Melén/Sveriges Radio.

Bi qasî ku Macaristan ji ber awayê xerab ê wergirtina penaberan bi awayekî navneteweyî rexneyan digire dîsa jî Swêd li gor peymana Dublînê penaberan bi paş ve dişîne wir.

Vêga komîteya mafên mirovan Civil Rights Defenders rexneyan li Swêdê dike.

Li gor peymana Dublînê Yûnanistan ne tê de divê penaber pêşî li kîjan welatê Yekîtiya Ewropayê were qeyd kirin ew li wî welatî bimîne. Loma Swêd penaberên ku li Macaristanê hatine qeyd kirin bi paş ve dişîne wir. Par û îsal heta niha biryar hatiye dan ku 1 387 penaber dê bo Macaristanê werine şandin.

Tê texmîn kirin ku gelek penaber ji ber tirsa şandina bo Macaristianê xwe diveşêrin.

Julia Ivan li paytexta Macaristanê li Budapeştê hiqûqzana Civil Rights Defenders e. Ew rexneyan li Swêdê dike.

Julia Ivan dibêje mirovên trawmabûyî careke din bi rîska trawmayê re rû bi rû dimînin ji ber ku li vir ew têne hepis kirin û me gelek caran dîtiye ku kesên ku heqê wan ji bo penaberiyê heye jî têne red kirin.

Macaristan ji ber helwesta xwe ya li dijî penaberan gelekî tê rexne kirin. Vê payîzê qanûneke nû li dijî penaberan hate qebûl kirin û li gor vê derbasbûna nav sînorên Macaristanê ya bi awayekî neqanûnî sûc e û heta niha 1000 kes, piraniya wan bi dersînorkirinê, hatine ceza kirin.

Li gelek welatên Yekîtiyê dadgehên koçê biryar dane ku ji ber wergirtina xerab a penaberan ew ê wan bi paş ve neşînene Macaristanê. Lê li gor Fredrik Beijer ku li Daîreya Koçê hiqûqzan e biryarên ku Swêd dide di cih de ne.

Fredrik Beijer dibêje vêga Dadgeha Ewropayê ya Mafên Mirovan lêkolînê dike da ku were dîtin ka wergirtina penaberan a li Macaristanê li gor mafên mirovan tê pêk anîn an na. Eger were dîtin ku ev li dijî mafên mirovan e Swêd jî mecbûr e li gor biryara dadgehê tevbigere.

 

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".