På torsdagen häktades den 31-åriga man som misstänks för krigsbrott i Syrien .
Zilam roja sêşemê li Stockholmê hate girtin. Wêne: Marcus Ericsson/TT

Zilamek bi gumana sûcê şer hate tewqîf kirin

Weke penaxwaz hatiye Swêdê.
0:58 min

Zilamekî 31 salî yê ji Sûrî ku roja sêşemê ji ber gumana sûcê şer li Stockholmê hatibû girtin vêga hatiye tewqîf kirin.

 

Tê ragihandin ku zilam li Sûrî ji bo rejîma Esad şer kiriye û tevlî bûyerên ku weke sûcê şer tê dîtin bûye. Bûyerên ku zilêm kirine hatine qeyd kirin û li ser medyayên civakî belav bûne. Zilam xwe ji Sûrî gihandiye Swêdê û daxwaza penaberiyê kiriye.

Dozger Reena Devgun ji ajansa nûçeyan TTyê re dibêje zilam tevlî bûyerekê bûye, lê em nizanin ka bûyer kengî qewimiye.  

Zilam roja pêncşemê ji ber sedemên mumkin bi gumana sûcê li dijî mafê gel ê giran alternatîv sûcê şer ê giran hatiye tewqîf kirin. Ev ji sala 2014an ve ye ku sûcê şer ku li welatên din têne kirin dikarin li Swêdê werine dadgeh kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".