Xwendegeha bilind ya Xaça sor lêkolîneke derbarê tenduristiya penaberan amade dike. Wêne: Anders Wiklund / TT
Xwendegeha bilind ya Xaça sor lêkolîneke derbarê tenduristiya penaberan amade dike. Wêne: Anders Wiklund / TT Wêne: Xwendegeha bilind ya Xaça sor lêkolîneke derbarê tenduristiya penaberan amade dike. Wêne: Anders Wiklund / TT

Tenduristiya penaberan pêşdarî dibe

”Ev zaniyarî dê bi fêde bin”
3:53 min

Lêkolînerên ji xwendegeha bilind ya Xaça sor dê tenduristiya nefsî û mercên jiyanê ji bo koçberan û penaberên li Swêdê dijîn lêkolîn û pêşdarî bikin.

Îro 4000 pirsnameyên derbarê tenduristiyê ji penaberên sûrî yên li Swêdê dijîn re hatiye şandin, ew yên mafê rûniştinê, ango îqame di navbera 2011 û 2013 de wergirtine.

Li gor Fredrik Saboonchi, profesor di warê psîkolojiya tenduristî li xwendingeha Xaça sor û her weha berpirsê vê lêkolînê, encamên vê lêkolînê û zaniyariyên derbarê vê mijarê di warên cuda yên civakê de bi fêde bin.

-Bi taybetî di warê lênerîna tenduristiyê de wê ev zaniyarî bi fêde bin, lê her di warê dibistanê û aktorên din di civakê de yên pêrgî kesên bi serpêhatiyên trawmatîk, ango nefsî yên giran, dibin ku îro li Swêdê dijîn.

Ev pirsname bi zimanê erebî hatiye nivîsîn lê li gor çanda sûriyan jî hatiye amade kikrin, wekî nimûne yên lêkolîner pêşî pirs ji xelkên sûrî pirsîn e bi alîkariya doktorên nefsî, ango psîkologan.

Pirsên têne kirin derbarê serpêhatiyên şerî ne, rev û koça wan û rewşa wan nuha li Swêdê. Ew pirsên ku zêde hesas in derbarê şidet û zoriya ku li wan bûye bi awayekî sivik û abstrakt hatine derbirîn. Yên lêkolîner naxwazin derbasî hûrgiliyên şexsî bibin, ew dixwazin bi giştî rewşa tenduristiya penaberan diyar bikin.

-Em pirsên derbarê hêviyên wan dikin. Petter Tinghög, doktor di warê sosyolojiyê de û hem jî berpirsê projeya vê lêkolînê ye û ew dibêje em dixwazin zanibin bê hêviyên wan ji jiyana li Swêdê çi ne? Ji ber ya em giring dibînin ew ku em lê binerin bê çi serpêhatî stres û nearamiyê li ba penaberan çê dike di vî welatê nû de.

Beşek ji armanca vê lêkolînê ew e ku bizanin bê ev penaber çend bi pêwîstiya lênerîna tenduristiyê ne di rewşên serpêhatiyên trawmatîk de, ango dema rewşa wan ya nefsî zêde xirab be.

Lê zaniyariyên derbarê tenduristiya wan û mercên giştî yên jiyanê dê karibin ji bo hêsankirina karê entegrasyonê ji bo kesên nû hatine Swêdê bên bi kar anîn. Da ku ew zûtir derbasî civata swêdî bibin û li gor wê bijîn, li gor birêvebirê lêkolînê Fredrik Saboonchi:

-Mirov kare rewşê hêsantir bike bi avakirina hevahangiyê ya mirov tê de kare rastî hev bibe. Ji nuha ve gelek kes û rêxistinên cuda di rewşên wisa têgihiştî de rastî hevdû dibin. Ew bi vî awayê piştgîriyê û alîkariyê kar dikin, ya cuda nuha ew e ku piştî vê lêkolînê em dê li ser bingehekî zanistî bi van kesan re kar bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".