16-årig flicka är fritagen från IS och är hemma i Sverige igen Foto: Office of The Chancellor Kurdistan Region Security Council
Foto: Office of The Chancellor Kurdistan Region Security Council

Keça swêdî ya gihayî Daişê vêga li Swêdê ye

1:11 min

Keça swêdî ya temenbiçûk ku li Mûsilê gihabû Daişê vêga vegeriyaye Swêdê. Wezareta karûbarên derve vegera wê piştrast dike.

Berpirsê çapemeniyê yê wezareta karûbarên derve Johan Tegel dibêje wezaret piştrast dike ku hevwelatiya swêdî ya temenbiçûk ku li Îraqê gihabû Daişê vêga vegeriyaye Swêdê.

Wezaret radigihîne ku ew bi vê bûyerê gelekî kêfxweş in. Êdî mijar ji bo wezareta karûbarên derve bi dawî bûye û ji ber sedemên ewlehiyê yên derveyî hew ti agahî têne parve kirin.

Keça swêdî ya 16 salî par dawiya meha 5an bi destgirtiyê xwe yê 19 salî yê wê demê re bi rêya Ewropa û Tirkiye çûbû Musilê. Dema ew par bi destgirtiyê xwe re giha Daişê ew avis jî bû û di wê demê de zarokek jê re çê bûye, lê nediyar ka çi ji zarokê bûye.

Beriya çend rojan  pêşmerge bi ser keça swêdî ve bûbû û vêga ew teslîmî Swêdê kirine.

Keç di çend hevpeyvînên ku pê re hatine kirin de dibêje ku destgirtiyê wê xwestiye bigihe Daişê û ji ber ku wê nizanîbû ka Daiş çi ye û çawa ye wê ev qebûl kiriye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista