Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Zilam û parêzvanê xwe li salona dadgehê.
Zilam û parêzvanê xwe li salona dadgehê. Wêne: Janerik Henriksson/TT

Tedawiya psîkolojîk ji bo kujerê Upplands Väsbyyê

Sûcê xwe qebûl dike.
1:23 min

Îro dadgeha destpêkê ya Attundayê eşkere kir ku mêrê 19 salî ku meha 8an a buhurî li Upplands Väsbyyê jineke 21 salî kuştibû bi tedawiya psîkyatrîk tê hukim kirin.

Zilamê 19 salî ji ber kuştin û heqareta li ser laşê mirî tê ceza kirin. Ji bo tedawiyê xizmeta psîkyatrîk a cezayî zilêm werdigire.

Dadgeha destpêkê di peyameke çapemeniyê de dinivîse ku berî dadgehkirinê miayeneyeke psîkolojîk li ser zilêm hatiye kirin û hatiye dîtin ku zilam bûyer di bin tesîra rewşeke xerab a psîkolojîk de kiriye. Li gor encama miayeneya ku xizmeta psîkyatriya cezayî kiriye ev kêşeya psîkolojîk a zilam a wê demê ne cidî bû.

Lê Daîreya Xizmeta Civakî (Socialstyrelsen) fikra xwe li ser rewşê diyar kiriye û li gor wan kêşeya psîkolojîk a zilêm ya di dema bûyerê de cidî bûye. Loma dadgeha destpêkê li gor vê nirxandina xwe diguhere.

Meha 8an a buhurî jineke 21 salî ku derketibû bazdanê li Upplands Väsbyyê hatibû kuştin. Gumana kuştin û tecawiza giran li ser zilamê 19 salî ku hatibû girtin hebû. Dadgeh îro zilêm ji ber kuştin û heqareta ser laşê mirî bi tedawiya psîkyatrîk a cezayî hukim dike, lê ew ji tecawizê azad dibe.

 

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".