Roza Kaplan, di warê lênerînê de kar dike. Wêne: Radyoya Swêdê/JESSICA GOW / TT
Roza Kaplan, di warê lênerînê de kar dike. Wêne: Radyoya Swêdê/JESSICA GOW / TT

Şika tawanan ji karmendên Kaseya sîgorteyê tên kirin

"Bûye bazareke vekirî"
5:52 min

Kesên li Kaseya sîgorteyê, Försäkringskassan, kar dikin nuha ketine şika tevlîbûna tawanan de, guman hene ku ew ketine nav hîleyên bedel û tezmînatên asîstaniyê de.

Ta nuha gilî li du kesan bûne li ba polîs û dezgeh guman dike ku gelekê din tevlî vê tawanê bûne.

Ann-Marie Begler, birêvebira giştî ya Kaseya Sîgorteyê nizane bê hejmara karmendên berê û yên nuha ku bi tawana belavkirina agahiyên şexsî sûcdar in, çend e.

-Li gor nerîna min ev meseleyek cidî ye, ku karmendin hene yên jimareyên kesî yê bi swêdî ji wê re dibêjin personnummer, didin destê şirketan û gelekî cidî ye jî ku daxwazî li ba şirketan hene ku van agahiyên nehênî ji karmendên dezgehê werbigirin.

Birêvebiriya dezgehê ya Kaseya Sîgorteyê beriya çend heftiyan bala xwe dayê û şik ji karmendekî kirin ku ew li ser daxwaza şirketeke asîstaniyê jimareyên kesî yên mirovên seqet û kêmendam û bi pêwîstiya alîkariyê û asîstaniyê ne, dane şirketê. Yê karmend heqê xwe ji vê xizmetê wergirtiye û armanca şirketa asîstaniyê ya ev agahî ji karmendî kirîne ew e ku kiriyaran ji şirketa xwe re peyda bikin.

Îro gilî li karmendekî din jî bûye li ba polîs. Ev her du karmend girêdanên wan bi şirketên asîstaniyê re hene yên bi heq bi xizmeta wan rabûne.

Tawanên bi vî awayî di dezgehê de çend in û berfirehiya van hîle û feneyan di Kaseya sîgoretyê de çawa ye, Ann-Marie Begler nuha nikare bersivekê bide lê birêvebiriya dezgehê guman dike ku kare berfirehtir bibe.

-Em nuha berdewam dikin bêhtir di vî warî de dikolin ta em rewşê zelal bikin.

Tawanên ku yên karmend bi wan gumanjêkirî ne bêdestûr derbasbûn û belavkirina agahiyên nehênî ne, şaşiyên karî yan jî tawana li dij erka bêdengî û sirveşartina li ser karî ye.

Kaseya Sîgorteyê dê nuha çareyan deyne da ev yek careke din dubare nebe, wekî nimûne bisînorkirina imkana karmendan ku derbasî sîstemên tê de agahiyên şexsî hebin ji bo bikaranînê.

-Li gor nerîna min, Ann-Marie Begler dibêje, yê karmend ta nuha ji aliyê bikaranîna sîstemên cuda de gelekî mafdar bûn.

Ew herweha dibêje ku çavdêrîkirina destûrên şirketên alîkariyê û yê asîstanê divê baştir bibin.

Roza Kaplan di gelekê salan de di warê lênerîn û alîkariya pîr û kalan û kêmendaman de kar dike, li gor wê warê lênerîn û asîstaniyê di van salên dawî de bûye bazareke vekirî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".