SOS Alarm. Foto: Janerik Henriksson/Scanpix
SOS Alarm. Foto: Janerik Henriksson/Scanpix

Pêdiviya tercûmanan a ji bo 112 zêde bûne

"Dema lazim e tercûman hazir e."
1:52 min

Di nava salekê de telefonên hejmara acilê 112 ku tercûman jê re lazim in du caran zêde bûne. Ev di statîstîkên SOS Alarmê de tê dîtin.

Midûra SOS Alarmê ya Växjöyê Therese Ledel dibêje di nava salekê de telefonên ji bo ambûlans û xizmeta xelaskirinê ku kesên digerin nikarin xwe bi swêdî îfade bikin gelekî zêde bûne.

Ledel dibêje gelek caran kesên ku telefon dikin nikarin bi swêdî biaxivin, lê tim tercûman ne lazim e. Ji ber ku mirov dikare xwe bi ingilîzî yan bi rêyên din jî xelas bike. Lê carinan tercûman mecbûrî dibe û wê demê heta ji me tê em hewl didin da ku tercûmanek were peyda kirin.

Dema kesek ku nikare bi swêdî biaxive li SOS Alarmê digere operator bi rêya şirketeka tercûmaniyê zelal dike ka kesê digere bi çi zimanî diaxive. Şirketa tercûmaniyê dikare nêzîkî 200 zimanan tercûme bike.

Statîstîkên ku bi zelalî nîşan didin ka hejmara telefonên wiha çiqasî bilind bûye nînin, lê There Ledel dibêje zêdebûna duqatî bi awayekî berbiçav tê dîtin.

Di navbera 2014 û 2015an de ev hejmar ji sedî sed zêde bûye. Dema ku mirov telefonkirinên bitercûman bi tevahiya telefonên ku têne SOS Alarmê re bide ber hev ev ne gelek e. Ji 3 milyon û nîv telefonên ku tên tenê ji 3500î re tercûman lazim e, tişta balkêş ew e ku ev hejmar du qatan zêde bûye.

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".