Palmegruppen. Foto: TT
Heyeta Palme. Wêne: Fredrik Sandberg/TT

30 sal ser kuştina Palme re derbas bûn

133 kesan kuştina Palme kirine stuyê xwe
3:16 min

Di ser kuştina serokwezîrê Swêdê Olof Palme re 30 sal derbas bû, lê hê jî nayê zanîn bê kê û ji bo çi ew kuştiye.

Heta niha jî heyetek heye ku kar û emelê wan ew e derxin holê bê mêrkuj kî ye. Serokê heyetê Dan Andersson di daxuyaniyên xwe yên dawî de behsa gumanbarên heman êvarê di destên wan de bêtêl henî kir:

– Derdorê 80 giliyên derheqê kesên di destên wan de bêtêl ku wê şevê nêzîkê ciyê êrîşê bûn hene. Lewra bi min divê ew cidî werine girtin. Mirovên tu elaqeyê wan ji hev nîne di heman wextî de behsa îşaretên wan nêzîkê hev dikin. 

Ji bo peydakirina mêrkujên Palme gelek şopên ji hev cuda hene. Şopek ji wan ku Dan Andersson behs dike eva kesên bi bêtêl in. Şopeke din ku hê jî dosyaya wê nehatiye girtin ihtîmala ku kujer zilamê îstixbarata Afrîka Başûr ya wî zemanî be ye. Dan Andersson dibêje:

– Vê dawiyê ji Afrîka Başûr hin belge gihîştine destên me. Hem ji dîplomatên kevin hem, ji hin rojnamevanan û hem jî ji dezgeha alîkariyê SIDA. Ev tişt tev dikin ku ev şop hêj di rojevê de ye. 

Heyeta Palme careke din bang li raya giştî kir ku derheqê du kesên ku roja piştî kuştinê, ango di 1ê adara 1986ê de li balafirgeha Arlanda xuya kirine heçî tiştekî zanibe wan agahdar bike. 

Tiştekî din ku heyeta Palme di pey de ye sîleha aydê kesekî ku dijî Palme bû û mêrik bi xwe di 2008ê de miriye ye. 

Serokê lêkolîne herwiha ragihand ku tu şopên bi navê ”şopa polîs” di rojeva wan de nînin, lê giliyên di vî warî de ji hev cuda digrine dest û li wan dinêrin.

Di jêpirsînên kuştina Palme de îfadeya 10 000 însan hatiye girtin û 133 kesan gotine ku wan Palme kuştiye. Di dosya heyeta lêkolînê de bi giştî 87 000 belgeyên ser şexsan hene.

Lê Kerstin Skarp, seroka jêpirsîna heyeta Palme dide zanîn ku tu kesê weke gumanbar destnîşankirî nîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".