Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Alicia Vikander xelata Oscar stand

Hat weşandin måndag 29 februari 2016 kl 10.23
Ev ji bo Swêd û Vikander tiştek mezin e
(4:03 min)
Alicia Vikander med sin Oscar
Piştî zêdeyî 40 salî cara yekê ye swêdiyek vê xelatê werdigre. Wêne: Chris Pizzello

Ji bo berrola xwe ya di fîlmê Keça Danîmarkî, ”The Danish girl” de Alicia Vikander xelata Oscar stand.

Alicia Vikander gava xelat wergirt bi kêfxweşiyeke mezin spasiya xwe ji bo dost, heval û malbata xwe anî zimên. 

Herî dawî berya 41 salan lîstikvana swêdî Ingrid Bergman ev xelat wergirtibû. Ji hingî ve tu swêdiyan ev xelat nesitandibûn. Şanoger Kemal Görgü derbarê giringiya xelata Oscarê de dibêje wateyeke vê ya pir mezin hem ji bo Swêd hem jî ji bo Vikander heye.

Xelatgira Oscarê Alicia Vikander 27 salî ye û li Göteborg ji dayik bûye. Di sala 2010ê de wê li Swêdê ji bo serrola xwe ya di fîlmê bi navê Ji wêya spehî re "Till det som är vackert" xelata beranê zêrîn wergirt.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".