Röntgen från en patient som bär på tuberkulos. Foto: Lefteris Pitarakis/AP:
Röntgen från en patient som bär på tuberkulos. Foto: Lefteris Pitarakis/AP

Jana zirav zêde dibe

Jana Zirav
1:34 min

Hejmara kesên ku li Swêdê tuberkulos, ango jana zirav li wan dixe zêde dibe. Sebebeke sereke rêjeya bilind ya penaberan e.

Di 2015ê de 835 kesên bi jana zirav li Swêdê hatine qeyd kirin. Ev jî li gor sala berê bilindbûneke ji %22 ye. Anders Tegnell li Saziya Tenduristiya Gelî epîdemîologê dewletê ye:

– Helbet gelek kesên ku li welatê xwe bi vê êşê ketine bi penaberiyê re hatine vira û li vir êş li wan tê keşif kirin. Loma ez li bendê me ku îsal jî ev rêje bilind be. Lê xetera ku mirov ji hev bikeve pir kêm e. 

Jana zirav ku di zimanê tibî de piranî jê re dibêjin tuberkulos piranî li pişikê dixe. Jana zirav li dinyayê tev salê li derdorê neh mîlyon însan dixe û ser du mîlyon însan salê ji ber vê nexweşiyê dimirin. 

Çend ji elametên jana zirav wiha ne: Ta girtin, xwuhdana şevê, zeîfbûn û westan. Gava nexweşî li pişikê dixe demeke dirêj nexweş dikuxe. Kuxik carinan bi belxem dikare herwiha bi xwîn jî be. 

Zemanê berê ev nexweşî li Swêdê gelekî hebû, lê niha bi hikmê derzî û aşiyan ew kêm tê ditin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".