There are building cranes all over Ursvik, west of Stockholm. Photo: Ulla Engberg/SR
21700 penaber wê li belediyên cuda bêne belav kirin. Wêne: Photo: Ulla Engberg/SR

Şaredarî êdî mecbûr penaberan bihewînin

"Hikûmet saf e"
2:02 min

Ji sibê 1ê adarê û pê de qanûneke nû dikeve dewrê. Li gor vê qanûnê şaredarî têne mecbûr kirin ku penaberên mafê rûniştinê standine bihewînin.

Di 2016ê de 21700 penaber û ehlên wan wê li şaredariyan bêne belav kirin. Par ev hejmar tenê derdora 7000 bû. 

Şaredariyên ku kar li wan heye, hejmara şêniyên wê bilind e û kêm penaber wergirtine wê mecbûrî hewandina hejmareke zêdetir bêne kirin. 

Serokê şaredariya Nacka Mats Gerdau yê ji partiya Moderatan rexnegirê biryarê ye: 

– Min nebawer e em bikaribin vê hejmara ku dewlet dixwaze bihewînin. Ez bawer nakim ku tu şaredariyên li herêma Stockholmê bikaribin ji bin vî barî rabin. Ez hikûmetê saf dibînim ku ji wan wê ye ji bo ku qanûnekê derdixin her tişt dê hal bibe. Xanî peyda nabin. 

Ji bilî van 21700 kesên ku Daîreya Karî wê wan belav bike tê payin ku derdorê 34 000 kesên din jî bi xwe xanî ji xwe re peyda bikin. Ew şaredariyên ku gelek penaber hewandine, weke nimûne Södertälje ji bo hewandinê tu mecbûriyet dê li wan neyê kirin. 

Wezîra berpirs Ylva Johansson, dibêje ew rewşa şaredariyan fam dike lê ji niha de mirov bêhevî nebe û ew bawer e şaredarî wê bikaribin ji bin vî barî derkevin.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".