Fredrik Sandberg / TT
Wêne: Fredrik Sandberg / TT.

Asta gefa terorê hember Swêdê nizim dibe

"Gefa terorê hember Swêdê dimîne"
1:06 min

Polîsê istixbaratê Swêdê, Säpo, asta gef û tehdîda terorê hember Swêdê ji çar dadixe sêyan li gor pîvana pênc dereceyî.

Anders Thornberg, şefê polîsê ewleyîyê li ser malpera Säpo dinivîse ”Min nirxandineke giştî çêkiriye û me biryar daye ku em li asta gefa bilindbûyî ya ku li Swêdê ji payiza 2010 de li dar bû, vedigerin. Li gor pîvana pênc dereceyî, em ji asta çar dadikevin sêyan”.

Di november, meha yazdan, ya 2015 de asta tehdîd û gefa hember Swêdê bilind bû, ji sê bû çar di pîvana pênc dereceyî de.

Lê ev nizimkirina asta tehdîda êrîşên terorîstî hember Swêdê nayê bi wateya ku gef û tehdîda hember Swêdê yekcar ra dibe. Li gor NCT, navenda nateweyî ji bo nirxandinên gefên terorê, Swêd ji wan welatan hesab dibe yên armanc in ji bo êrîşên terorîstî ji aliyê şidetxwazên islamî ve hem li Swêdê û li derveyî welat jî.

 

      

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".